Polîtîk

HDP û DEVA:Tifaqek din çêdibe?

Serokê Koma Lêkolînê ya MAKê Mehmet Alî Kulat îdia kir ku, Partiya DEVAyê bi îtifaqa duyemîn a bi HDPê re dikare ji lîsteyên HDPê bikeve Meclisê. Parlamenterê HDP’ê Erol Katircîoglû jî axaftin piştrast kir.

Di vê dema rojane behsa hilbijartina tê kirin de, ji aliyê Serokê Koma Lêkolînê ya MAKê Mehmet Alî Kulat agahiyeke balkêş ji paşperdeyê hat. Kulat di axaftina xwe ya li Tele1 TV de diyar kir ku qanûna nû ya hilbijartinê rê dide partiyan ku bi tifaqê bikevin hilbijartinê û got, “Hevdîtineke ku ji ber pêwîstiya derbaskirina pirsgirêka ji sedî 7 ya Partiya DEVA’yê bi HDP’ê re bi hêsanî pêk tê, dibe ku, projekide bi hevre kar bikin. Ev pirs ji mêvanê din ê bernameyê Parlamenterê HDP’ê Erol Katircîoglû jî hate kirin. Erol Katircıoğlu hevdîtinên di navbera her du partiyan de piştrast kir.

Katircioglu wiha got:

“Daxuyaniyên Alî Babacan helbet bi sempatiyeke mezin hatin pêşwazîkirin. Ji berê ve wisa bû. Yanî bi taybetî bi kurdan re. Min jî bihîst, ji xwe têkiliyên me hene. Yanî kesekî wek Alî Babacan dikare li ser zemîneke ku kes behsa Pirsa Kurd neke, derkeve û biaxive. Ez difikirim ku ev tiştek pir hêja ye.”

Back to top button