Gelek pirsgirêkên fizîkê hene ko zane û lêkolîner hê jî ji bo çareserkirina wan dixebitin. Li vir çend nimûne hene:

Zagros Hajo

1- Madeya Tarî û Enerjiya Tarî: Ev cureyên nependî yên made û enerjiyê piraniya gerdûnê pêk tênin, lê em hê jî nizanin ew ji çi hatine çêkirin û çawa tevdigerin.

2- Rakêşana Çendikî (Quantum Gravity): Rêjeyetiya Gelemper (General Relativity) û Mekanîka Çendikî (Quantum Mechanics) herdû jî dîtaneyên (theory) baş cihgirtî ne, lê ew bi tevayî li hev nayên, ne yek in. Lêkolîner hê jî dixebitin da dîtaneyekê bi pêş ve bibin ko karibe wan herduyan bi serfirazî bikine yek, da weke rakêşana çendikî bête zanîn.

3- Yekkirina her çar hêzên bingehî: Di xwezayê de çar hêzên bingehî hene ew jî ev in: rakêşan, elektromagnetîzm, hêza navokî ya bihêz û hêza navokî ya lawaz. Têgehiştinek baş ya zaneyan li ser her yek ji van hêzan bi sere xwe heye, lê ew hê jî dixebitin da dîtaneyeke yekbûyî ya gelemper bi pêş ve bibin, ko dikare rave bike ka çawa ew her çar hêz têkildarî hev dibin.

4- Bingeha gerdûnê: Dîtaneyên weke Teqîna Mezin (Big Bang) şirovekirineke baş dide li ser çêbûn û pêşveçûna gerdûnê, lê zane hê jî dixebitin da tê bigehin ka şert û mercên destpêkê yên ko bûne sedema Teqîna Mezin çi bûn û di rêza yekê de zanibin çawa û çima hebûna gerdûnê dest pê kiriye.

5- Xwezayiya demê: Têgeha (concept) demê ji bo têgehiştina me ya gerdûnê bingehî ye, lê zane hê jî dixebitin da bi temamî tê bigehin ka dem çi ye. Hin dîtane pêşniyaz dikin ko dibe herikîna demê xisleteke gerdûnê ya nûhatiye, wê piştî afirandinê rû daye, lê hinên din jî pêşniyaz dikin ko dibe dem wekî cih, berekî (dimension) bingehî yê gerdûnê be.

Ev tenê çend mînak in, lê gelek pirsgirêkên din yên vekirî di fîzîk û zanistên din de jî hene.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: