HRW: Tirkiye ji binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojava berpirs e
HRWê ragihand ku “Tirkiye ji binpêkirinên mafên mirovan û sûcên şer ên li herêmên ku li Bakurê Sûriyeyê di bin kontrola wê de pêk tên, berpirsyar e.”
Di rapora ji 76 rûpelan a bi sernavê “Her tişt li ber çekan: Binpêkirina mafan û bêcezakirinên li Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê)ya ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin” bi taybet Kurdên li herêmê dijîn rastî binpêkirina mafan tên. Kiryarên wek binçavkirina keyfî, binçavkirina neqanûnî, şîdeta zayendî û êşkenceyê hatine belgekirin.
Alîkarê Midûrê Rojhilata Navîn ê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Adam Coogle di derbarê raporê de nirxandin kir. Coogle got: “Binpêkirinên berdewam ên wek êşkence û binçavkirina bi darê zorê, li dijî kesên ku di bin desthilatdariya Tirkiyê de li Bakurê Sûriyê (herêma Rojava ya dagirkirî) dijîn, dewam dikin. Heta ku Tirkiye berpirsyariyê negire wê ev binpêkirin nesekinin”.
Di daxuyaniya xwe de Coogle bang li rayedarên Tirk kir û got: “Ji van îhaleyên ku wek sûcên şer tên hesibandin dûr bikevin”.
Rayedarê HRWê her weha got: ” Ji aliyê Tirkiyê ve dagîrkirina hin herêmên Bakurê Sûriyê, hawirdora bêhiqûqî, bêcezakirin û binpêkirin hêsantir kir. Ev kiryar dûrî gotinên ‘herêma ewle’ ye”.
Ji bo raporê, Human Rights Watch bi 58 girtiyên berê, mexdûrên şîdeta zayendî, xizmên wan û şahidên binpêkirinan, her wiha nûnerên rêxistinên sivîl, rojnamevan, çalakvan û lêkolîneran re hevdîtin kir.