Cîhan

Graham: Em piştgiriya Kurdistanek bihêz û mafên rewa yên gelê Kurd dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li paytexta Amerîka Washingtonê ligel Senatorê Amerîkî Lindsey Graham civiya.

Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî ji bo piştevaniya berdewam a Herêma Kurdistanê spasiya Amerîka û Senator Graham kir û behsa pêşhatên dawî yên li Iraqê û pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal kir.

Lindsey Graham, kêfxweşiya xwe ya li hember serdana Mesrûr Barzanî ya Washingtonê nîşan da û got: “Kurdistanek bihêz û daxwaz û mafên rewa yên gelê Kurdistanê bi taybetî dabînkirina ewlehî û aramiyê, dabînkirina maf û desthilatên darayî, bûdçeya herêmê, vegerandina kar, hinartina petrolê û paraztina Kurdistanê daxwaza me ye”.  

Back to top button