Polîtîk
Serok Barzanî bi Serokê Ermenistanê Xaçaturyan re civiya
Serok Barzanî li Hewlêrê bi Serokê Ermenîstanê Xaçaturyan re civiya.
Serok Barzanî li ser platforma civakî ya X, daxuyand û kêfxweşiya xwe ya li hember serdana Serokê Ermenistanê Xaçaturyan a ji bo Hewlêrê nîşan da.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Di derbarê peywendiyên dualî yên navbera Ermenîstan û Herêma Kurdistanê de me civînek berhemdar pêk anî”.
Serokê Ermenîstanê Xaçaturyan, ku piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê gihişte Hewlêrê, li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.