Hizbullahê vê sibehê komek roket avêtin Îsraîl
Hizbullahê daxûyakirin ku, wan bi roketan baregeheke deryayî ya Îsraîlê li rojavayê Hayfayê kirine armanc.
Hêzên Parastina îsrail piştrastkir ku, vê sibehê 5 roket ji Libnanê ber bi Îsrail ve hatine.
Hêzên parastina Îsrail (IDF) ragihand ku tenê roketek li erdek vekirî ketiye. Demeke kin piştî êrîşê, Hizbullahê berpirsatiya wê avêtinê girte stûyê xwe û got ku wê bataryayeke Iron Dome li nêzîkî Tel Avîvê kiriye armanc.
Li gorî nûçeya Reutersê, rêxistina Hizbulahê ya ku navenda wê li Lubnanê ye her wiha ragihand ku wan baregeha Glilot a yekîneya îstîxbarata leşkerî ya 8200 ku li taxên Telavîvê ye, bi moşekan bombebaran kir.
Herweha, nêzîkî 15 rokêtên ku Hizbullah li Libnanê avêtin li Celîlya Jorîn hatin tesbît kirin, hinek ji wan hatin ji navbirin û yên din li deverên vekirî ketin.
Hizbullahê jî îdia kiribû ku wê baregeheke hêzên deryayî ya li nêzî Hayfayê kiriye hedef.
Li gorî agahiyên ku piştre hatin girtin, di encama ketina roketên ku li Kibbutz Ma’agan Michael a li bakurê Qeyseriyê ye, sivîlekî 53 salî bi sivikî birîndar bû û di encamê de ziyan gihîşt avahî û wesayîtên rawestayî.