Bahçelî: Pêwîstiya Tirkiyeyê bi pêvajoyeke nû ya çareseriyê nîne.!
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî piştî ku bang li Abdullah Ocalan kiribû û gotibû “Rêxistina xwe tasfiye bike” niha jî bangek nû kir. Bahçelî got, “Eger tecrîd rabe, bila were û di Civîna Koma Partiya DEM’ê ya li Parlementoya Tirkiye de biaxive û biqîre ku teror bi temamî qediya ye û rêxistin ji holê hatiye rakirin.” Serokê Giştî yê MHPê got, “Eger vê zîrekî û îradeya xwe nîşan bide, divê rê li ber rêziknameya qanûnî bê vekirin û jê sûdê werbigire. Ne Qendîl ne jî Edîrne; Navnîşan ji Îmraliyê heta DEM’ê dirêj dibe û mijara terorê bi temamî ji rojeva welat bê derxistin. Pirsgirêk ev e, ez dibêjim kerembikin , em ji bo vê amade ne.”
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de der barê rojevê de daxuyaniyên girîng da.
Axaftina Bahçelî di derbarê pirsa kurd
` de wiha ye:
“Pirsgirêka Tirkiyeyê ne kurdin, pirsgirêka rêxistina terorê ya cudaxwaz e”
Destê ku min dirêjî DEM’ê kir, bi rojan tê nîqaşkirin.Gotugotin rekoran dişkîne. Herkes vê li gora xwe dinirxîne. Her çend min dîtin û ramanên xwe bi zelalî rave kiribe jî, hin kes dîsa jî ne rehet in. Wek hûn jî dizanin gelek îddîa û daxuyanî derketine meydanê, di nav wan de jî tê gotin ku pêvajoyeke nû ya çareseriyê tê amadekirin.
Pêwîstiya Tirkiyeyê bi pêvajoyeke nû ya çareseriyê nîne, pêwîstiya wê bi aqilê hevpar, gavên rast û dilpak biavêje heye, ji ferzkirinên welatên biyanî re girtî bimîne û biratiya hezar salî hîn xurtir bike. Derdê Tirkiyê ne kurd e, pirsgirêka rêxistina terorê ya cudaxwaz e. Helbet çareserkirina pirsgirêka birayên min ên kurd ferz e. Lê behsa çareseriyek li ser bingeha nasname û etnîkî ya kolektîf xeterek mezin e.
Tu birayên min ên kurd ên li vî welatî dijîn wek pirsgirêk nayê nîşandan. Gotina ‘Pirsgirêka Kurd heye’ propagandayeke hevpar a derew û yên li hêviya tinekirinê ye. Dewleta Komara Tirkiyeyê tu carî xwe li ber polîtîkayên asîmîlasyonê netewand. Zehmet e ku bikaranîna çekan bigihîje asta dewlemendiyê.
Ji bo terorîstan şîdet ne armanc e, lê amûrek e. Tirsandina civakê yekane karê pêşîn e. Em dikarin tecrubeyên hevpar ên heta îro di têkoşîna li dijî terorê de hatine bidestxistin wiha rêz bikin;
1- Çawa ku şerê çekdarî bi tena serê xwe nikare terorê biqede, ji terorê re jî bê çek çareserî nabe. Ne lihevkirin, ne gav paşve avêtin wê terorîst razî razî nake.
2- Cudahiyên cidî di navbera cîhana rastîn û jiyana bi xwîn a terorîstan de hene. Ji ber ku nakokiyên di navbera serpêhatî û qebûlkirina terorîstan de û bûyerên rast zelal bibin, wê berxwedana terorîstan jî bişkê.
3- Yek bi yek li ser terorîstan bibandor kirin û diyar kirin ku dawî li îxanetê nayê wê belavbûna rêxistinê bileztir bike. Qebûlkirina daxwazên rêxistina terorê tê wateya serî li ber tehdîdan nivzkirin. Lê çawa ku mirov nîşan bide ku civak li hemberî çek û şîdetê teslîmiyet e, dûrketina ji çalakiyên demokratîk jî xelet e.
Bi terorê hûn nikarin bigihîjin tu cihî. Tirkiye tu carî razî nabe terorîzma cudaxwaz û ferzkirina muzakereyan jî wê bi ser nekeve. Dema ku li dijî terorê bê rawestan têdikoşin, reformên demokratîk bijareya herî maqûl e.
Yekane rêya rizgariya rêxistina terorê ew e ku tavilê bê şert û merc dawî li kiryarên terorîstî bîne, hemû terorîst bi çekên xwe ji çiya dakevin û teslîmî dewletê bibin û biryara edaleta Tirkiyeyê qebûl bikin û cezayê xwe bibirin.