PolîtîkRojev

Erdogan piştgirî da Bahçelî: Pencereyeke dîrokî ya derfetê vebû.!

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî piştî ku bang li Abdullah Ocalan kiribû û gotibû “Rêxistina xwe tasfiye bike” niha jî bangek nû kir. Bahçelî got, “Eger tecrîd rabe, bila were û di Civîna Koma Partiya DEM’ê ya li Parlementoya Tirkiye de biaxive û biqîre ku teror bi temamî qediya ye û rêxistin ji holê hatiye rakirin.” Serokê Giştî yê MHPê got, “Eger vê zîrekî û îradeya xwe nîşan bide, divê rê li ber rêziknameya qanûnî bê vekirin û jê sûdê werbigire. Ne Qendîl ne jî Edîrne; Navnîşan ji Îmraliyê heta DEM’ê dirêj dibe û mijara terorê bi temamî ji rojeva welat bê derxistin. Pirsgirêk ev e, ez dibêjim kerembikin , em ji bo vê amade ne.”

Ev daxûyaniya Bahçelî weke bombeyek ket nava  rojeva siyasî. Nirxandinek jî di derbarê daxûyaniya Bahçelî de ji serokomarê Tirkiye Erdogan hat.

Erdogan di Civîna Serokên Parêzgehan a Berfireh a Partiya xwe de axivî û got, “Em hêvî dikin ku her kes zanibe ku di pêşeroja Tirkiyeyê de cihê terorê nîne. Em dixwazin ev pencereya dîrokî ya vekirî nebe qurbana hesabên şexsî. Em dixwazin Tirkiyeyekî ku cihê terorê lê nebê avabikin.

Back to top button