Hizbullahê mirina Îbrahîm Kubeysî di êrîşa Îsraîlê ya li Beyrûtê de piştrast kir
Îsraîl ragihandî bû ku, di êrîşa li başûrê Beyrûtê de ku di encamê de 6 kes mirîn, fermandarekî payebilind kuştiye, Hizbullahê piştrast kir ku yek ji fermandarên wê yên payebilind Îbrahîm Mihemed Kubeysî di êrîşê de hatiye kuştin.
Di daxuyaniya ku ji teref Hîzbullahê ve li ser hesabê Telegramê yê rêxistinê hat dayîn de hat diyarkirin ku Îbrahîm Muhammed Kubeysî bi nasnavê ‘Hacı Ebu Musa’ yê di sala 1962’an de hatiye dinê jiyana xwe ji dest daye. Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan roja Sêşemê 24ê Îlonê di êrîşa esmanî ya ku li herêma Dahiye ya Beyrûta paytexta Lubnanê pêk anî de, Îbrahîm Muhammed Kubeysî “serokê sîstemên mûşekî yên Hizbullahê” kiriye armanc. Du çavkaniyên ewlehiyê ji Libnanê ji Reutersê re axivîn û gotin ku Kubeysî miriye.
Di dema ku Hizbullah ragihand ku wê mûşekek balîstîk avêtiye navenda Mossad li nêzîkî Tel Avîvê, lê ragihand ku ajansa istixbaratê berpirsê kuştina serkirdeyan û teqandina pager û radyoyan e di êrîşên li Lubnanê di hefteyên borî de.
Bi deh hezaran kes ji başûr ber bi bakurê Lubnanê koç dikin
Ji aliyê din ve, piştî êrîşên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê, Wezîrê Jîngehê yê Lubnanê Nasir Yasîn ragihand ku 252 dibistan ji bo bicihkirina van koçberan hatine vekirin. Li ser vê yekê, bi deh hezaran Lubnanî yên ku li herêmê dijîn, dest bi koçberiya ber bi bakur ve kirin.
Di nûçeyên medyaya Lubnanê de hat ragihandin ku hertim pêla koçberiyê ber bi Beyrûta paytexta Lubnanê ve heye û di hotêlên navenda bajarê Beyrûtê de cih nemaye. Heta niha 27 hezar kes ji stargehên demkî yên navborî sûd wergirtine.
Wezareta Karên Derve ya Lubnanê diyar kir ku bi kêmî ve nîv milyon kes malên xwe terikandine li başûrê welêt ku êrîşên Îsraîlê lê zêde bûne.
Medya Îsraîlî: “Leşkerên Îsraîlî ji bo operasyona bejayî li dijî Lubnanê tetbîqatek pêk anîn”
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku wî herî dawî çû serdana “şervanên zirxî û paraşutkarên” Îsraîlê yên ku ji Xezayê derbasî sînorê bakurê Lubnanê bûn. Gallant di peyama xwe de wiha got: “Em amade ne ji bo pêkanîna armanca xwe ya vegerandina niştecihên herêmê ji bo bakurê Îsraîlê, her gavekê bavêjin.” Li gorî nûçeya di çapemeniya Îsraîlê de derketiye, leşkerên Îsraîlê ji bo operasyona bejayî ya li dijî Lubnanê tetbîqatek pêk anîn.