Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî derbarê destpêkirina bangeşeya hilbijartinan
Serok Nêçîrvan Barzanî bi helkefta destpêkirina helmeta şeşemîn civîna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê peyamek televizyonî belav kir.
Kurdistaniyên hêja
Partiyên siyasî,
Lîst û namzetên hêja,
Ev dema we baş
Kampanyaya şeşemîn xula hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê sibê destpê dike. Ez daxwazê li hemû aliyan dikim ku li gorî yasa û rênimayên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tevbigerin. Kampanyayeke aştiyane û şaristanî bi rê ve bibin û bernameyeke hilbijartinan pêşkêş bikin ku pêbawerî û hêviya xelkê Herêma Kurdistanê be.
Kampanyayek be ku di navbera aliyan da alozî dernekeve û civakê parçe neke. Divê wêneyekî ciwan yê Herêma Kurdistanê nîşan bide û çanda dewlemend a bihevrejiyanê, hevpejirandin û cihêrengiya civaka Kurdistanê û pêkhateyên wê nîşan bide.
Armancên xelkê Herêma Kurdistanê mezin in û zemîneke berfireh ji bo milmilaneyeke şaristanî di navbera lîste û berbijêran da heye. Her kes azad e ku propagandaya siyaset û bernameyên xwe bike, rexne bike, lê bila tu kes û aliyek rê nede ku kîn û nefretê belav bike.
Li vir, bi taybetî, ez dixwazim balê bikşînim ser pêwîstiya parastina rûmet û statûya jinê. Parastina jinan bi giştî û namzediya wê ya ji bo hilbijartinên parlementoyê ji bo Herêma Kurdistanê pîvaneke girîng e.
Aliyên siyasî û berbijêr ne dijminê hev in, lê hevrikên siyasî ne. Ew hemû di kurdistanîbûnê da hevpar in û çarenûsê me hemûyan jî bi hev ra ye. Lewma erka me hemûyane bi hev ra hewl bidin ku pêvajoyeke demokratîk bi awayekî aştiyane bimeşîne
Piştî hilbijartinan divê kesên serketî careke din bi hev ra rûnên û hikûmetê ava bikin û yên ku dibin opozîsyon jî divê di warê yasadanîn û çavdêriyê da bi hikûmet û saziyên Herêma Kurdistanê ra tevbigerin.
Pêkvejiyana aştiyane ya hemû netewe û olan rûyekî geş û bingeheke bihêz e ji bo serkeftina Herêma Kurdistanê. Em hemû bi hev ra xwediyê hemû destkeftî û pêşketinên Kurdistanê ne. Parastina wê pêkvejiyanê erka me hemûyan e.
Ji ber wê jî divê di kampaniyaya hilbijartinê da rêz li pîrozî û sembolên Kurdistanê û hemû pêkhateyan wê bê girtin. Em piştgiriya îradeya azad a hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê dikin. Divê dezgehên ewlekarî bi awayekî aştiyane û bi rêkûpêk xebatên hilbijartinê bi rê ve bibin.
Kurdistaniyên hêja
Em li Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo bidawîkirina nakokiyên li ser hilbijartinan demeke dirêje digel aliyên siyasî di nava danûstandinan da bûn. Em ti carî bi paşxistina hilbijartinan ra nebûne, lê ji bo berjewendiyên bala yên Herêma Kurdistanê û ji bo wê yekê ku hilbijartin bi beşdariya hemû aliyên siyasî û pêkhateyên siyasî bên kirin, me çendîn car hilbijatin paşxistin.
Spasiya Hikûmeta Federal, birêz Serokwezîrê Sûdanî û Serokê Dezgeha Dadweriya Iraqê birêz Fayeq Zîdan dikim ku ji bo ji holêrakirina hemû pirsgirêkên li pêşiya rêxistinê û amadekariyên hilbijartinan alîkar bûn.
Em spasiya Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan, dostên me yên di civaka navdewletî da, nûnerê Neteweyên Yekbûyî û welatan li Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ji bo hevkarî û xezkirina wan ji bo encamdana hilbijartinan.
Welatiyên hêja
Bihêzbûna Herêma Kurdistanê û nûkirina rewatiya saziyên me bi lidarxistin û serkeftina hilbijartinên azad û dadperwer ve girêdayî ye. Lewma çavê hevalên me li her derê li ser vê hilbijartinê ye û ji bo serkeftina wê erka me hemûyan e.
Hilbijartina parlamentoyeke bihêz derfeteke girînge ji bo bihêzkirina sîstema demokrasî, sazî û reforman, û herwiha ji bo parastina Herêma Kurdistanê û pêkanîna sîstema federalî û misogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.
Bi hêviya kampanyayek aştiyane û hilbijartinek serkeftî.
Ji we hemûyan ra demeke xweş dixwazim.