Polîtîk

Serokwezîr û Balyozê Fransayê: Divê bi zûtirîn dem petrola Kurdistanê bê hinardekirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê kir û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê Patrick Durel kir.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de “danûstandin li ser guherinên dawî û pêşhatên rewşa giştî ya Îraqê û pêşxistina peywendiyên dualî hatin kirin.”

Di pareke din a danûstandinan de, “her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser amadekariyên birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê lji hevre diyarkirin.”

Back to top button