Pîştî daxûyaniya Arteşa Îsraîl ku gotî, me serokê Hizbullahê di êrîşa Beyrutê dekuştiye, bêdengiya ku heyî bi daxûyaniya Hizbullahê ji holê rabû. Hizbullahê di derbarê kuştina Nasrillh de daxûyaniyek ragihand û kuştina wî piştrast kir.
Hizbillah di daxûyaniya xwe de weha dibêje: ` Rêzdar Mamoste, Serwerê Berxwedanê, bendeyê heq, wek şehîdekî mezin, rêberekî leheng, qehreman, bawermendekî jîr, têgihîştî û bawermend berê xwe da milê Rebbê xwe û dilşadiya wî û tevlî karwanê şehîdên nemir bû. Kerbela ronî di rêwîtiya îlahî ya îmana li ser şopa pêxember û îmamên şehîdan de.
Rêzdar Seyîd Hesen Nesrullah, Sekreterê Giştî yê Hizbullahê, tevlî şehîdên xwe yên mezin û nemir bû, ku nêzîkî sî sal di rê û resma wan de bi rê ve birin û ji serketinê heta serketinê bi rê ve bir û di sala 1992an de li şûna şehîdên Berxwedana Îslamî de cih girt. Rizgarkirina Lubnanê di sala 2000an de û heta serkeftina îlahî û berdewam a sala 2006an û hemû şerên din ên şeref û rizgariyê, heta şerê piştgirî û qehremaniyê ji bo piştgirîkirina Filistîn, Xeza û gelê mezlûm yê Filistînê.
Berdewama daxûyaniyû de Hizbullah dibêje: Em sersaxiyê ji xwediyê serdem û zeman (Xwedê lê be) Welîyê Mislimanan Îmam Seyîd Elî Xamineyî dikin.
Daxûyaniyê de dibêje: Serkirdayetiya Hizbullahê bi bilindtirîn, pîroztirîn û hêjatirîn şehîdê rêwîtiya me ya tijî fedekarî û şehîdan soz dide ku li hember dijminan, ji bo piştevaniya ji Xeza û Filistînê û parastina Lubnanê û bi sekna wê û bi rûmet, cîhada xwe berdewam bike.
Hesen Nasrallah Kîye:
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah di 31ê Tebaxa 1960î de li paytext Beyrûtê ji dayik bû. Nasrallah ku di sala 1975’an de li Lubnanê şerê navxweyî dest pê kir 15 salî bû, tevî malbata xwe vegeriya bajarê xwe gundê El-Bazuriye yê bajarê Sûrê û li wir tevlî Tevgera Amal a Şîe bû.
Nasrallah ku li navendên şîeyan ên Iraq û Îranê li dibistanên bi navê “Havza” perwerdehiya olî dîtibû, piştre vegeriya Lubnanê û li dibistana ku ji aliyê Rêberê Tevgera Emel Ebbas Mûsewî ve hatibû avakirin, xwend. Piştî ku Îsraîl di sala 1982an de kete Libnanê de, tevlî rêxistina Hîzbullah bû. Piştî ku Ebbas Mûsewî di sala 1992’an de ji aliyê Îsraîlê ve hat kuştin, di 12’ê Sibata 1992’an de weke sekreterê giştî yê Hizbullahê hate hilbijartin.
Di dema Şerê Îsraîl û Lubnanê de, di 14ê tîrmeha 2006an de, ofîsa Nasrallah , bi bombeyên ku ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn avêtin, hat hilweşandin. Nasrallah berî êrîşê demekî ji ofisa xwe veqetiyabû.
Nasrallah her wiha roleke girîng di navbeynkariya peymana pevguhertinê de ji bo vegerandina girtiyên Lubnanî û Ereb û laşên serhildêran ên di destê Îsraîlê de lîst.
Hizbullah, ligel tevgerên çekdar ên din ên ku Îran piştgirîya wan dike, beşdarî şerê rejîma Esed li dijî şoreşgeran li Sûriyê bû, komkujî li gelek bajarok û bajarokên Sûriyê pêk anî û bû sedema koçberbûna bi milyonan Sûrî. Ev yek bû sedema rexneyên cidî li dijî Hizbullah, rêveberiya wê û bi taybetî Nasrallah.
Gelo kî tû dewsa Nasrallah? Safî El-Dîn wek siha Nasrallah bû û di nava partiyê de di rêza duyemîn de bû. Safî El-Dîn pismamê Nasrallah e. Safî Eldîn ku ji sala 2017an ve di lîsteya terorîstên Amerîkayê de cih girtiye, yek ji berpirsên payebilind ên wê partiyê ye ku peywendiyên wî yên nêzîk bi baskê leşkerî re heye û herwiha pêwendiyên wî yên pir nêzîk bi baskê rêveberiyê re jî hene.
Têkiliyên wî yên baş bi Tehranê re jî hene, ji ber ku wî bi salan li Mekteba Qûmê dixwend, heya ku Nasrallah ew gazî Beyrûtê kir da ku di partiyê de berpirsiyarî bigire. Kurê wî Reda jî di sala 2020’an de bi Zeyneb Silêmanî, keça plansazê projeya herêmî ya Îranê Qasim Silêmanî re zewicî, ku di heman salê de li Bexdayê ji aliyê Amerîka ve hatibû kuştin.