Cîhan
Li Iraqê 3 roj şîn hate ragihandin
Hikûmeta Iraqê ji bo Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hasan Nasrullahê ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser Beyrûtê de hatê kuştin, li welêt 3 roj şîn ragihand.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ji ber kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanî Hasan Nasrullah û fermandarên payebilind ên pê re di êrîşa Îsraîlê ya li ser Beyrûtê de li seranserê welêt 3 roj şîn ragihand.
Balafirên şer ên Îsraîlê duh Înê (27.09.2024) li başûrê Lubnanê baregehek ku serokatiya serokê Hizbullaha Lubnanî Hesen Nasrullah , bombebaran kir.
Pêşî artêşa Îsraîlê, piştre jî Hizbullaha Lubnanê ragihand ku di êrîşê de Hasan Nasrullah jiyana xwe ji dest daye.