Polîtîk

DEM kuştina serokê Hizbullahê şermezar dike

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari li ser kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah daxuyaniyek da.

Hevserokên DEM Partiyê bangî Îsraîlê kir ku êrişên xwe yên li Libnanê rawestîne.

DEM Partî bangî civaka navneteweyî, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û saziyên navdewletî kir ku ji bo rawestandina êrişên Îsraîlê bikevin tevgerê.

DEM di daxûyaniya xwe de dibêje: Em kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah şermezar dikin. Êrişên Îsraîlê yên li Libnanê û operasyonên wê yê vê dawiyê ku fermandarên Hizbulahê dike armanc, dê tenê krîza li herêmê kûrtir bikin.

Back to top button