
Li Tirkiye û li bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên herêmî hene. Eve demek dirêje her aliyek ji bo serkeftina berbijêrên xwe propagandeyê dikin, li bajar bajar digerin û ji xelkê denga dixwazin. Herkesek li gora xwe xwedî projeyekiye û sedema deng xwestinê ji xelkêre îzah dikin.
Beşek mezin di nava xelkê de bi awayek çavgirtî dengê xwe didin partiyên ku pişgiriya wê dikin. Di rastiya xwe de tênagihin ku ji bo çi dengê xwe didin partiya ku pişgiriyê dikin. Ji xwe ya ku civatê behtir ber bi nezaniyê ve dibe ev yeke. Deng bi çavkorî têne dayîn.
Pîvana dengdanê ji bo her insanekî dikare cuda be. Lê gelo divê ji bo kesayetek kurd ku doza Kurdistanê diparêze, pîvan çibe. Pîvana vê gelek zelale. Ew aliyê di siyasetê de vekirî û bi bawerî behsa mafê rewa yê gelê kurd bike , helwesta wan dibe pîvan.
Ji bilî vê hilbijartinên herêmî ji hilbijartinên giştî cudatirin. Di van hilbijartinan de piraniya caran kesayeta berbijêran jî rolek taybet dileyze. Dema mirov dibêje hilbijartinên herêmî, ji berî hertiştekî divê berbijêr ji herêmê be. Divê kesayetek xwedî bandor be û li doza gelê xwe xwedî derkeve û bikaribe ji kesayeta xwe û partiya xwe behtir xizmeta bajarê xwe û xelkê bike. Di hilbijartinên herêmî de xizmeta bajêr xalek bingehîne.
Tifaqên di van hilbijartina de li Kurdistanê pêkhatîn ji hev cudane. Du tifaq li Kurdistanê hatine avakirin.Yek ji wan Tifaqa ku HDPê li gel hinek aliyan kiriye. Ya din jî tifaqa ku PAK û PASKê pêkanî , Tifaqa Welatperwer û Demokrat e.
Tifaqa yekem ne li ser bingehêxetek netewî ye û behtir berjewendiyên kesayetî derketiyê pêş. Manifestoya wan ya hilbijartinan de bi tenê dîtinên HDPê yên kalsik cih digirin û di aliyê siyasî de tu giringiyek nedaye aliyên din. Bi temamî din bandora HDPê de hatiye ava kirin. Bi kurtahî ev tifaq ne li ser bingehê siyasî û ne li ser pirsên Kurdistanîne.
Dema Kurdeyatî û Kurdistanî bingeh bête girtin , hinek berbijêrên serbixwe hene û li ofisên wan yên hilbijartina Ala Kurdistanê wek sembolekî datînin, behsa doza Kurdistanê dikin. Tifaqa Welatperwer û Demokrat yek ji wane, di hilbijartina de serdikevin nakevin ne gelekî girînge, lê pirsa kurd kirin zemin û li ser vê yekê xebata xwe dikin. Ji aliyek din dan kifşkirin ku, kurd dikarin li ser hinek prensibên Kurdistanî werin ba hev û bibin xwedî helwest. Ji bo vê yekê pişgiriya berbijêrin Tifaqa Welatperwer û Demokrat û ji bilî wan jî hinek berbijêrên kurd yên welatparêz gelekî girînge.
Dema di pirsa siyasî de aliyek nebê bersiva hestên mirov û li gel pîvana ne gunce, mirov nikare dengê xwe bidê wan.
Kurdek ku li doza gelê xwe xwedî derkeve û siyasetê bike divê bi kesayet tevbigere. Nabe li gora berjewendiyên xwe yên şexsî xwedî helwest be. Lê mixabin li Tirkiye û bakurê Kurdistanê pîvana gelek tiştan têkçûye, siyaset li ser bingehek dubendiyekî bê prensîb tê kirin, baweriya insana li hev nayê, berjewendiyên kesayetî bûye pîvanek gelek girîng.
Eger aliyek siyasî helwesta ku kifşkirî nekaribe ji xelkê re zelal bike, ev tê wateya ku ji tişta kirî şermê dike.
Bila mirov li doza xwe xwedî derkeve bi serbilindî bikarbe behsa mafê miletê xwe yê netewî bike, behsa mafê gelekî yê rewa bike û bi eniyek vekirî derkeve himber xelkê . Dê ev yek bandora siyaseta qirêj hinekbê jî bişkîne.
Bila di van hilbijartinên herêmî de li deverên Kurdistanê serkeftin ji bo berbijêrên kurd û Kurdistanî be.
20.3.2019
Dara Bilek