Barzanî: Rewşa defakto ya li deverên Kurdistanî nahê qebûlkirin

Serok Mesûd Barzanî,  îro sêşemî 19.03.2019ê, bi mebesta gotûbêjkirin û nirxandina pirsgirêk û rewşa devera Zummarê, digel kesayetî, mezin, rûsipî û nûnerên pêkhateyan, cemawer û nîştecihên vê devera Kurdistanî, ku ji aliyê îdarî ve niha ser bi parêzgeha Mûsilê ve ye, civiya.

Li gor malpera fermî ya serok Barzanî, di vê civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyên civînê kir û di gotara xwe da balkişande ser qurbanîdan û xweragiriya xelkê devera Zummarê li hember êrîşa terorîstan û êrîşa nehezan di salên derbasbûyî da.

Serok Barzanî derbarê giringiya navçeya Zummarê di şerê li dijî DAIŞê de jî ragihand ku “kilîla şikestina DAIŞê li Zummarê bû û têkşikandina terorîstên DAIŞê ji Zummarê ve dest pê kir.”

Di derbarê çarenûsa navçeyên maddeya 140 jî Serok Barzanî diyar kir ku pêwîst e maddeya 140 a Destûra Iraqê bi lihevtêgihîştin û aştiyê bê cîbicîkirin. Barzanî di vê civînê de ragihandiye: “Eger hatiba û destûr bihatiba  cîbcîkirin, niha rewşa Iraqê bi awayeke baştir dibû. Her hewek ji bo sepandina defaktoyekê ku berovajiya cografya û dîrok û rewşa civakî ya navçeyan be, dê giriftan kûrtir bike û nayê qebulkirin jî.”

Di beşeke din a axavtina xwe de, Serok Barzanî behsa rewşa siyasî ya Iraqê û bûyerên piştî referandumê kir û da xuyakirin ku “piştî hilbijartinên Iraqê qonaxeke din hatiye holê û hemû alî hewl didin ku sûdê ji wê rewşa erênî werbigrîn ji bo bicîhkirina prensîpên biratî û pêkvejiyan û nehiştina terorê.”

Serok Barzanî pesnê çanda pêkvejiyana wê navçeyê kir û ragihand, “cihê xweşhaliyê ye ku terorîstan û nehezan nekarîn çanda pêkvejiyana wê navçeyê têk bibin” û tekezî li ser wê yekê jî kir ku “nakokiyên siyasî  digel desthilat û hikûmetan nabe bibê sedema nakokiyan di navbera netewe û olan da.”

Barzanî amaje bi gefa terorê kir û tekez li wê yekê kir ku çanda pêkvejiyanê baştirîn çek e ji bo jinavbirina hizra tundî û terorê. Serok Mesûd Barzanî destnîşan kir: “Pêwîst e fikra terorê ji binî ve bê derxistin û li Kurdistanê em hemû di mirovbûnê da bira ne û cudahiya neteweyî û olî ne kêşe ye, nirxandina mirovan jî li ser bingeha reftarên wan e ne ji ber bîr û baweriyan.”

Di beşekî dinê vê civînê de amadebûyên hevdîtinê nerîn û pêşniyarên xwe ji bo çareserkirina kêşeyên nîştecihên navçeyê gihandin Serok Barzanî û wî jî bi liberçavgirtina vê rewşa erênî ya ku di peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye holê, şîret û şîroveyên pêwîst ji bo çareserkirina giriftan û baştirbûna rewşa xelkê devera Zummarê pêşkêş kirin

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: