Civak

Newroza we pîroz be

Partiya Sosyalis a Kurdistan, bi minasebeta hatina Newrozê daxûyaniyek belav kir.

Hemu Rojên We Newroz Newroza We Pîroz Be
Gelek gel û netewe Newrozê wekî cejn pîroz dikin. Lê Newroz ji bona me Kurdan cejna yêkitî û berxwedan û serketinê ye.
Gelê Kurdistan Newroza 2719a Kurdî jî di hel û merçekê gelek hestyar pîroz dike.
Mixabin di vê Newrozê da jî em li Kurdistana Rojhilat, Bakur û Başurêrojavayê welatê xwe ji mafên xwe yên netewî û demokratîk bê par in.
Rejîma Cumhuriyeta Îslamî îro jî bersiva daxwazên me û gelên dinê yên vê welatê bi tank û top, bi îdam kirina tekoşeran ve dide.
Li Başurêrojavayê hêzên Kurd wekî Newroza berê jî bela-vela ne.
Çarenusa gelê me di vê beşê da mixabin hêj di destê dewletên mezin da ne û dewletan hanê jî berjewendiyên xwe li ber çav digrin.
Li Başurê jî gelê Kurd hêdî hêdî birîna xwe ya 16 Cotmehê dipêçe.
Li Bakurê welatê me rewşa me ji birayên xwe yên dinê ne baştir e.
Di siyaseta dewletê ya derheqa pirsa Kurd da guhartineka bingehîn çênebûye.
Dewleta Tirk herwekî berê dixwaze pirsa Kurd bi tundûtijiyê çareser bike.
Ji bona vê yêkê jî guhê xwe nade daxwaza aşitîxwaz ên navxweyî û derwayê.
Operasyonên leşkerî û militarize kirina Kurdistanê her roj zêdetir dibin.
Dewleta Tirkiyê her usa gefa Kurdistana Başurêrojava dixwe, behsa dagir kirina vê beşê welatê me dike.
Li Tirkiyê, bi taybetî li Kurdistanê hêjarî zêde dibe û zahmetkêşan di destê qeyrana aboriyê da dinalin û nikarin pariyek nan bibine mala xwe.
Bona bê deng kirina gel û pêşîlêgirtina itiraz û bertekan teda û zordariya dewletê roj bi roj tundtir dibe.
Her roj bi sedan kesên dijberê hikumatê bi bahaneyên cur bi cur têne girtin.
Avahiyên partiyên siyasî dikevin ber êrîşa hêzên ewlekariyê, bi rêvabirên partiyan têne girtin.
Gelê Kurd di seranserê Kurdistanê ligel evqas zilm û zordarî û astengan li ser piyan e, berxwe dide û xebat dike.
Hêzên welatparêzên Kurdistanê,
Ji bona, ku kar û xebata me a azadî û serbestiyê serbikeve, werin Newroza 2719ê bi gor naveroka wê pîroz bikin.
Werin em bona azadiya welat û bextewariya gelê xwe, ku armancên şêhîdên me yên serbilind in, dest bidine hevdu, li hember zilm û zordariyê berxwe bidin.
PSK, bi boneya Newrozê ve,
Banga partiyên Kurdistana Başurê dike, ku parastin û geş kirina destkevtên netewî, bona ci be ci kirina encama rapirsiyê mil bidine hevdu,
Carekî dinê piştgiriya xwe Rasana Rojhilatê radigihine û ji birayên xwe yên vê beşê welatê me daxwaz dike, ku hevkariya xwe xurttir bikin.
Banga hemû hêzên Kurd yên Kurdistana Başurêrojava dike, ku li ser bingeha Pêymana Dihokê hevkariya xwe pêkbinin, daku armancên gelê me misoger be.
Banga hêz û partî û aliyên siyasî yên Kurdistana Bakur dike, bona pêşîlêgirtina êrîşa dewletê destê xwe bidine hevdu û bona azadî û serbestiyê bi hevra kar û xebatê bikin.
Cejna Newrozê li Pêşmergeyên gernas, li zindaniyên siyasî, li daykên şehîdan û li gelên Kurdistanê pîroz dikin.

Partiya Sosyalist a Kurdistan

Back to top button