Hikûmetê 5 kopter bo çavdêriya trafîka Kurdistanê kirîn
Bi mebesta pêşdebirina pergala tirafîkê, çavdêrîkirina hatuçûnê û hevkariya wan kesên ku, qeza dikin, hikûmeta Kurdistanê dest bi kirîna 5 kopteran kiriye û heta niha dû ji wan kopteran gehêştine Kurdistanê.
Li gorî KTV, hikûmeta herêma Kurdistanê peymanek bi kompaniyeke austiryayî re îmzekirin kiriye û biryare di demeke nêz de her 5 kopter bigihîjin hikûmeta Kurdistanê.
Hikûmeta Kurdistanê jî ji bo bikaranîna wan kopteran plan û bernameyek amade kiriye û li gorî vê bernameya han biryare yek ji wan kopteran li bajarê Dihukê û ji bo her yek ji Hewlêr û Silimaniyeyê jî dû kopter tên amadekirin.
Hevdem bi mebesta bikaranîna wan kopteran jî hijmareke ciwanên kurd li balefirxaneya Hewlêrê dest bi perwerdehiya ajotina wan kopteran kiriye û di demke nêzîk de jî perwerdehiya wan jî bi dawî dibe.