Kultur

Êzidyatî ji tîpên erebî dibe tîpên latînî

 

Berpirsê komîteya kultûrî ya desteya bilind a navenda Lalişê ya kultûrî û civakî ya êzidiyan ragihand ku qonaxa yekem ya guhertina pertûkên êzdiyatiyê ya kurdî ji tîpên erebî bo tîpên latînî bidawî hat.

Şemo Qasim ji AKnewsê re got:

Navenda Lalişê giringiyê dide hemû warên jiyana kurdên êzidî, di vê çarçoveyê de jî em bernameya êzdiyatiyê ku taybet e bi xwendekarên êzîdî ji tîpên erebî bo tîpên latînî diguherin.

Me qonaxa yekem ji bernameya xwendina seretayî ji pûla yekê ta pûla şeşê temam kir, û niha em dîzayneke hunerî jê re amade dikin.

Navhatî amaje pê da ku tîpên pertûkên bernameya êzidiyatiyê ya qonaxa navendî û amadeyî (lîse) jî dê di demeke nêzîk de bo tîpên latînî bihêne guhertin.

Sebaret bi merema wê pêngava wan,  Şemo Qasim got:

Armanc ew e ku êzidiyên derveya herêma Kurdistanê û Iraqê bi taybet yên Sûriyê û welatên Yekîtiya Sovyeta berê bikaribin bernameyên êzidiyatiyê di dibistan de û li malên xwe bixwînin.

Navhatî bal kişand ser wê yekê jî ku gelek caran ji wan hatiye xwastin tîpên bernameya êzidiyatiyê ji erebî bo latînî biguherin, bi taybet ji êzdiyên Ermenistan, Gurcistan û Rûsiyayê.

Qasim xuya kir ku xwendina wan bernameyan li herêma Kurdistanê û Iraqê dê bi tîpên erebî berdewam be.

Ji sala 1996 ve li herêma Kurdistanê bernameya êzidiyatiyê di dibistanan de dihê xwendin, lê li derveya herêmê ji piştî sala 2003ê ve dihê xwendin.

 

Back to top button