Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, ew tawanên li Myanmar li dijî misilmanên Rohingya tên encam dan şermezar dike û hevsozî û piştgiriya xwe ji misilmanên Rohingya re nîşan dide û daxwazê ji civaka navdewletî dike rê li pêşiya wan tawnan bigire.Teksta daxuyaniyê:Ew tawanên; kuştin, derxistin û derbederkirina li dijî hevwelatiyên sivî û misilmanên Rohingya li Myanmar tên encam dan, em bi dijwarî şermezar dikin. Gelê Kurdistanê ku karesatên weke kîmiyabaran, enfal û tawanên DAÎŞê yên li dijî xûşk û birayên me yên êzdî û pêkhateyên din dîtine, ji nêzîk em hest bi êş û azarên misilmanên Rohingya dikin û hevsozî û piştevanîya wan dikin.Mixabin, heta niha civaka navdewletî nikariye rê li pêşiya wan tawnan bigire û ew tawan ev çend care tên encamdan, ji bona rêgirtin li pêşiya wan tawanan , em daxwazê ji civaka navdeweletî dikin ku, ji bona dawî bi wê trajediyayê û karesata xelkê sivî û bêdesthiltanên Rohingya bîne gavên cidê pavêje û tawanbaran bide mehkemeyê dabigehin sizayên xwe.Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê07.09.2017