
Li gor nûçeya Rudawê; 9ê Îlona 2017ê bi serpireştiya Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Eesûl Elî, civîna asayî ya Encumena Serkirdatiya YNKê li baregeha polîtboruya wê partiyê li bajarê Silêmaniyê hat encamdan.Piştî bi dawî hatina civînê, daxuyaniyekee nivîskî hat belavkirin, ku têde tê gotin, ku YNKê derbarê referanduma serxwebûnê û aktîvkirina parlamentoyê de biryara xwe daye.Encumena Serkirdatiya YNKê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Di civînekê de, bi rihekî tijî ji hestê berpirsatiyê, gotûbêjên dostane û tijî û hûr li ser mijarên çarenivîssazên weke; referandum, çawaniya çalakkirina parlamentoyê, giriftên deverên arîşedar, amajeyên pozetîv û negative ên cîhanî û herêmê û nava Iraqê li ser referandumê, berdewamîdana bi danûstandinên li gel hikûmeta Iraqê û aliyên siyasî hatin kirin.”Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye, ku di dawiya civînê de biryar li ser her du mijarên aktîvkirina parlamentoya Kurdistanê û referanduma serxwebûnê hat dan.Derbarê wan biryarên ku YNKê îro dane, di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:Yekem: Parlamentoya Kurdistanê li ser hin bingehên yasayî û aborî û siyasî yên pêwsît, bi zûtirîn dem were aktîvkirin.Duyem: Şandeke YNKê, peyama Encumena Serkirdatiyê bo çawaniya aktîvkirina parlamentoyê di van du rojan de digihîne Tevgera Goranê û Komela Îslamî. Şandeke YNKê jî bo gotûbêja li gel PDKê li ser nexşerêya YNKê û referandumê, heman bingehê ji PDKê û aliyên din re dê zelal bike.”Peyamnêrê Rûdawê li cihê civînê, Saman Beşaretî pêştir piştî bi dawî hatina civînê ragihandibû: “Li gorî zanyariyan, YNKê biryar daye, ku parlamentoya Kurdistanê bi piraniya dengan were aktîvkirin.”Saman Beşaretî herwiha dabû xuyakirin: “YNKê herwiha biryar daye ku kempîna propagandaya ji bo referandumê jî ji heftiya bihê ve dest pê bike.”