
Li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên jo bo kuştina kolberên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve berdewamin. Duh evarê li bajarê Sinê xwepêşandanek girsehî bi rêve çû. Hêzên ewlehiya Îranê êrîşê xwepêşandanê kirin,Ji xwe ji berî xwepêşander derkevin hêzên ewlehiyê gelek rê girtîbûn û dixwestin xwepêşandanê asteng bikin.Di encamê de hêzên ewlehiyê zêdeyî 10 kes binçav kirin.