Cîhan

Hikûmeta Kurdistanê: Divê hemû bi hev re tekoşîna li dijî terorê çirtir bikin

Hikûmeta Kurdistanê bi payeke nivîskî êrîşên terorîstiyên bo ser Biruksila paytexta Beljîkayê bi dijwarî şermezar dike û sersaxiyê li malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Beljîkayê dike û dibêje ku, herêma Kurdistanê di çeperên pîşiyê yên cenga dijî terorê de ye û jiber vê yekê ew ji hemûyan baştir êş û derdê qurbaniyan dizane.Ev li jêr teksta peyama hikûmetê:Em, wan êrîşên duhî bo ser Biruksila paytexta Beljîkayê hatine kirin bi dijewarî şermezar dikin. Em hevsozî û hexemiya xwe bi malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Beljîkayê re parve dikin, sersaxiyê li wad dikin û ji birîdaran re selametiyê dixwazin.Em, li herêma Kurdistanê ku di çeverên pêşjiyê yê cenga dijî terorê de ne, ji hemûyan baştir êş û azarên qurbaniyan dizanin.Wan tawanên tirsinok careke din selmand û îspat kir ku, li her dera ji bo terorê derfet çê bibe, dê gorzê xwe daweşînin û tu kes û tu der derveyî bazineyê metirsiya terorê nînin. Ev ji bo tevaya mirovatiyê, civaka navdewletî, senterên hizir, biryar û lêkolînê li çîhanê peyameke ku, divê teslîm nebin û em hemû bi hev re xebat û tekoşîna xwe li dijî terorê çirtir bikin û eniya dijî teroroê bihêztir bikin daku, rojekê zûtir teror û DAÎŞ jinav bibin û mirovatiyê ji metirsiya hizirên tarî û tawanên reş yên terorîstan dûr bixin.Careke din em piştevan, hevsoz û hevxemên we ne.Civata wezîrên herêma Kurdistanê23.03.2016

Back to top button