Cîhan

Em êrîşen Brukselê bi tundî şermezar dikin

Partî û aliyên Kurdistanî teqîna terorîstî ya li Brukselê şermezar dikin. Di vê derbarê de PAKê daxûyaniyek belav kir.Partiya Azadiya Kurdistanê PAK dibêje: Em Êrîşên Brûkselê Bi Tundî Rûreş DikinLi paytexta Belçîkayê Brukselê, di encama çend teqînan de, herî kêm 34 kes jîyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûn. Rêxistina Terorî ya DAIŞê van teqînên hovane yên Brûkselê girt stûyê xwe.Em van êrîşên hovane bi tundî rûreş dikin. Sebir, metanet û sersaxîyê ji malbatên qurbaniyan û ji gelê Belçîkayê re dixwazin. Şîfayê ji birîndaran re dixwazin. pak_902761897Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Back to top button