Pişgiriya xelkê Sûrê bikin

Partiya Sosyalist a Kurdistanê di daxûyaniyekî de bangî xelkê Amadê dike. Bangawazî ji bo Gelê AmedêGelê Amedê xweragir,Herwekî dizanin ji ber “Şerê Xendekan” û êrîşa dewleta Tirk li ser Surê bi henceta vê şerê bê wate bûye sedema vê yekê, ku li  taxa Surê a Amedê dikanan û ciyê  karê yên dinê bêne girtin, karker karê xwe ji dest bidin û aborî têkbiçe.Eva nêzîke 10 roj in, ku di hinek taxên Surê da qadexe li ser hatin û çuyinê nemaye û di van deveran da dikanan deriyên xwe vekirine  û kargehên dinê jî dest bi karê xwe  kirine.Gelê Amedê tekoşer,Em wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK bang li we dikin ku ji bona geşbûna aborî li Surê, hewcedariya xwe ji dikanên Surê bikire, daku dikanên Surê neyên daxistin û  devera Surê bêtir vala nebe.Em piştrast in ku gelê Amedê di vî warê da wê  piştgiriya birayên xwe yên Surê bike.Roj roja Piştgirî û Hevkariyê Ye!23 Adar 2016Meclîsa Bajar a Amedê yaPartiya Sosyalîst a Kurdistan

Nerîna min :