Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekî li gel malpera El Monitor de dibêje, dema referandûmê de ragehandina serxwebûna Kurdistanê wê aşkera bike û dibêje: ‘’Ev sal emê berî hilbijartinê Amerîkayê referandûmê pêkbînin.’’ Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê cudabûna li Iraqê û ragehandina serxwebûna Kurdistanê de jî dibêje: ‘’Dervey serxwebûnê tu rêyekî din li pêş me nema ye.’’ Herwaha Barzanî dibêje: ‘’Piştî sala 2003 me hewlda di çarçoveya Iraqa nû û federal û bi destûrekî demokratîk, li gel yêk bijîn û raste me deng da jibo wê destûrê û niyaza xwe ya baş me nîşanda.’’ Mesûd Barzanî ragehand, yan divê dest li mafênme berdin û em qurbaniyan li ber çav negrin, bibin beşek ji Iraqê, yan jî gelê me berbi pêkanîna referandûmê gav bavêje.Herwah got: ‘’Em divê di referandûmê de ji gelê xwe bipirsin ka çi daxwaz dike.’’Serokê Kurdistanê her wiha diyar kiriye ku ew heta hetayî naxwaze Serokê Kurdistanê bimîne û gotiye, armanca min ew e Kurdistaneke serbixwe ava bikim, piştî wê xwe bidim aliyekê. Min soz daye nebim Serokê Kurdistana serbixwe!
Pêş
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
30/06/2025
Divê mijar ne tenê danîna çekan be!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şêx Seîd Îslam û Kurdistan28/06/2025