Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê civiya

Hewlêr -Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, bi amadebûna Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmetê, dibin serokatiya Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê de civiya.

Di destpêka civînê de, serokê hikûmetê bi minasebeta serketina hilbijartinên parlamentoya Îraqê pîrozbahî li hemû beşdarbûyan kir û pirosesa hilbijartina bi destketiyeke mezin û giring bo hemû xelkê Îraqê û herêma Kurdistanê wesif kir û got: Hêvîdarim ku nûnerên xelkê Kurdistanê li Bexdayê berjewendiyên herêma Kurdistanê û tevaya Îraqê biparêzin.

Serokê hikûmetê behsê bîreweriyên meha adarê kir û got ku meha darê ji bîranînên xweş û nexweş pir e, tevî cejna Newroz, serhildan û 11ê adarê, yadên nexweş weke kêmiyabarana Helebceyê, kore û çend cihên din jî hene.

Ji bona bilindragirtina canê şehîdan û qurbaniyên kiryara nemirovaneya kîmiyabarana Helebceyê, hikûmeta herêma Kurdistanê biryar de ku roja 16ê adarê bike roja matemînê û di wê rojê de alaya Îraqê û ya herêma Kurdistanê li tevaya wezaret û saziyên hikûmetê heta nîvê bînin xwarê.

Herwesa civîna civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê strukturê wezareta pêşmerge pesind kir.

Back to top button