Polîtîk

Berwarî: Kurd dê li Bexdayê yekhelwest bin

Hewlêr – Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Ad Milkart nûnerê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên Îraqê û şandeya pê re kir.

Di dîdarekê de, her du aliyan danûstandin li ser encamên dawiyê yên hilbijartinên parlamentoya Îraqê kir û di vî warî de her du alî hemfikir bûn ku hilbijartin di atmosferekî aram de û bi serketî pêkhatin.

Li dor helwesatê kurdan li hember avakirina hikûmeta nû a Îraqê, cîgirê serokê hikûmetê tekîd li ser helwestê sabit yê serokatiya hertêma Kurdistanê kir û got ku kurd amadene hevpeymaniyê bi hemû lîst û qewareyan re bike, lê bi şertê ku wan aliyan bawerî bi parastina sîstema demokarasî û federalî û cîbicîkirina destûrê bingehîn ya Îraqê hebe.

Berwarî got ku her çiqas cudahî di navbera lîstên herêma Kurdistanê de hebe jî, lê ew dê li ser parastina berjewendiyên balayên xelkê Kurdistanê yekdeng bin.

Back to top button