Civak

Hikûmet: Çênabe xwepîşandan ji bo armancên siyasî bên bikaranîn

Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwepîşandanan bi mafekî adil yê welatiyan dizene û hertim bergirî ji wî mafî kiriye û bergiriyê jê dike, lê ew kiryarên neşaristanî û tundûtêêjî ku, li çend bajar û bajarokên Kurdistanê, bi taybetî li sînorê wîlayeta Silêmaniyê qewimîn û hijmareke avahiyên daîreyên hikûmetê û lokalên partiyan kirin armanc û tevî birîndarbûna çend kesan, mal û milkê welatiyan jî tê de ziyan gihayê, dilgiran e.Xwepîşandanên aram û şaristanî ji bo daxwazkirina mafan di çarçoveya yasayê de, karekî demokratîk e û bi timamî rê jê re hatiye dan, lê bikaranîna wan naf û daxwazên welatiyan ji bo encamdana şidetê û ziyangihandin bi mal û milkê welatiyan û çêkirina aloziyan û têkdana aramî û îstîqrarê, bi taybetî di demekê de ku Herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar de derbas dibe û ji çend aliyan ve rûbirûyê metirsî, têkdan û hilweşandina statuya siyasî û destûriya xwe bûye, tu mifa û xizmetekê bi tu kesî nagihîne, neyarên Kurdistanê nebe, ji berhindê bi tu awayî nayê qebûl kirin.Saziyên peywendîdarên hikûmetê divê bi awayekî şaristanî û li gor yasayê serederiyê digel bûyeran bikin û ser, mal, asayîş û aramiya welatiyan biparêz in, rê neyê dan xwepîşandan û mîtîng ji bo tu armanca ji tu aliyan ve bên bikaranîn û yên binpêkirina bike li gor yasayê bê ceza kirin. Hikûmeta Herêma KurdistanêHewlêr 18.12.2017

Back to top button