Merkel piştgiriya mafên destûriyên Kurdistanê dike

Angela Merkel rawêjkara Almanyayê piştgiriya welatê xwe ji bo mafên destûriyên Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de nîşan da û behsa têkelî û alîkariyên Almanya ji bo Herêma Kurdistanê, bi taybetî hevkariya di warê rûbirûbûna terorê de, kir. Wê pesina helwesta Herêma Kurdistanê da ku amadeye bi danûstandinê pirgirêkan bi Bexdayê re çareser bike û rêzgirtina hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo biryarên Dadgeha federaliya Îraqê, bi niyetpaqijiya Herêma Kurdistanê wesif kir.Agela Marker rawêjkara Almanyayê, roja 18.12.2017ê li Berlinê, pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî serowkezîrê Kurdistanê û şandeya pê re ku ji Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê pêkhatibû, kir û di civînekê de Merkel hêvî xwest ku hemû alî ji bona destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê bixebitin û Almanya jî rewşê dişopîne.


