Polîtîk

Hikumata Iraqê ya nû ji 38 wezaretan pêk tê

Li Iraqê ji aliyê çend berpirsyarên partiyên siyasî ve daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de diyar kirin ku hikumata nû ya Iraqê ji 38 wezaretiyê pêk tê.

Di derhaqê mijarê de bi serokatiya Ammar El-Hekîmê berpirsyarên Lîsteyî Hevgirtiya Iraqê da zanîn ku hikumata nû ya Iraqê ji 38 wezaretan pêk tê.

Endamê Listeya Dewleta Hiquq Hasan Senîd jî da zanîn ku hikumata Iraqê ya nû ji 38 wezaretan pêk tê. Ji xeynî 2 wezîrên berê,cihê wezîrên berê yên wezaretan jî têne guhertin. Di parkirina peywirdaran jî gûhertinên mezin bên kirin.

Di derbarê mijarê de rojnameya bi navê El-Şarq El-Ewset jî da zanîn ku Wezareta Komînîkasyon jî girêdayiyê Wezareta Aştiyê bibe.

Berpirsyarên Lîsteyê El-Iraqiyê jî daxuya kirin ku Wezîrê Petrolê Huseyîn Şaristanî, Wezîrê Darayî Baqir Cebir Solax,Wezîrê Karên Derveyê Hoşyar Zebarî û Wezîrê Perwerdehiyê Xideyyir Xuza nikarin di cihên xwe yên berê de bimînin.

Back to top button