Îroj

28'ê Sermawez

28ê Sermawez

Di sala 1905’an û di rojekê wekê îroyê de ji aliyê Arthur Griffith û hevalên wî ve Partiya Sinn Féin hatiye saz kirin.

Navê Sinn Féin ji rojnameyekî mahallî tê. Partî weka ku baskê siyasiya IRA’yê tên nirxandin. Taybetmendiya herî mezin ya Sinn Féin ew e ku, li hemberê hikumata Îngîlîstanê hewlwestekî neteweperwer nîşan dide lê xwe wekê partiyekî çep dide nas kirin.

Partiya Sinn Féin di Parlamentoya Komara Îrlandayê de 5 û di Parlamentoya Bakurê Îrlandayê de jî xwedî 28 sandalyeyêne. Partî li bakurê Îrlandayê partiyekê herî biheze.

Ji sala 1983ê û vir ve Serokê Giştiyê Partî jî Gerry Adamse.

Rêxistinî

Li tevahî girava Îrlandayê her kesên ku ji 16 saliyê mezintir dikarin bibin endamê partiya Sinn Féinê. Partî bi awayekî hîyerarşîk ji 3 beşan pêk tê. Ji bo rêveberên bajarê (comhairle ceantair) ji bo rêveberên herêmê re (cúigí) û ji bo baskên nava xwe jî (cumainn) hatine cûda kirin.

Serokên  Sinn Féin’ê

• Edward Martyn (1905-1908)
• John Sweetman (1908)
• Arthur Griffith (1908-1917)
• Eamon de Valera (1917-26)

Fianna Fáil Di sala 1926’an de îstîfa kir û partiya xwe damezrand

John J. O’Kelly (1926-1931)
• Brian O’Higgins (1931-1933)
• Michael O’Flanagan (1933-1935)
• Cathal Ó Murchadha (1935-1937)
• Margaret Buckley (1937-1950)
• Pádraig Mac Lógáin (1950-1953)
• Tomás Ó Dubhghaill (1953-1954)
• Pádraig Mac Lógáin (1954-1962)
• Tomás Mac Giolla (1962-1970)
• Ruairí Ó Brádaigh (1970-1983)

Ruairí Ó Brádaigh Di sala 1986’an de îstîda kir û Partiya Komarîxwazên Sinn Féinê damezrand.

• Gerry Adams (1983 û heta îroyê)

Back to top button