Nivîsar

Hêzên me dikarin bikevin nav xaka Kurdistanê

Wezîrê navxwe yê Tirkiye İdris Naim Şahin, di konferansek rojnemevanî de ragihand ku , ew her demî dikarin operasyonek leşkerî li aliyê din yê tixûbê Tirkiye bike. Di vê dema bi dijwarî êrîşên Tirkiye û Îranê bi hêceta PKK-ê li dijê Kurdistana Başûr pêktên, herkesek bi awayekî ji bo çareseriya rêligirtina van êrîşan hewl dide.

Rojane êrîşên Tirkiye yên bi firokeyên cengî berdewam e. Ji berî çen rojekî heyetek ji wezereta derve ya Tirkî serdana Kurdistanê kir.Lê serokê Kurdistanê di daxuyaniyek ya xwe de ragihand ku ew tu cara nabin beşek ji vî şerî.

Di vê dema zîz de wezîrê Navxwe yê tirkiye li ser pirsekî got: Niha êrîşên me li dijî baregehên PKK-ê berdewame. Di nava welat de jî em operasyonên berfireh çêdikin. Eger em û cîranên xwe li hev bikin em amadene ku, bi erdêve jî ji derê tixûbên Tirkiyeopersayonekî berfireh bikin.

İdris Naim Şahin bi dubare got ku, ez dibêjim eger em li gel cîranên xwe bi rêbikevin operasyonek erdî mimkin e.

Back to top button