Civak

Naveroka hevdîtina MIT û PKK-ê hate eşkerekirin

Doh di rojnameyên Tirkiye de  dengê hevdîtinekî di navbera berpirsên MIT a Tirkiye hinek berpirsên PKK-ê de ku hatiye kirin , hatin belav kirin. Hevdîtin di navbera serok û misteşarek yê MITê û berpirsên PKK-ê Mustafa Karasu û Sabrî Ok de pêkhatiye.

Malpera ajansa DIHA jî dengê vê hevdîtina ku pêkhatî di malpera xwe de belavkir. Malpera ANF jî ev nûçe ji DIHA girt û belav kir.
Lê piştî demekî kin ANF bi daxuyaniyekî ev havpeyvîn ji ser rûpelên xwe rakir û ragihandin ku, wan ji piştî daxuyaniya ajansa DIHA ev nûçe ji malpera xwe rakirine.

Di vê derbarê de DIHA jî ragihand ku, ev nûçe ne bi îrada me di malpera me  de hatiye belavkirin û malpera me bûye armanca êrîşekî û ev nûçe di encama vê êrîşê de di malperê de hatiye cih kirin.Dema me ev yek dît, di cihde ev nûçe li ser malperê rakir. Lê nayê diyarkirin ku ev nûçe raste yan jî ne raste.

Lê doh û îro ev nûçe gelek berfirehî di gelek malper û rojnameyên Tirki de hatiye belav kirin.

Back to top button