Polîtîk

Kombûna berfireh bi serokatiya Barzanî de pêkhat.

 

Serokê Kurdistaê Mesûd Barzanî bi hemû parlementerên kurd ên parlementoya Iraqê û wezîrên Kurd ên hukûmeta Iraqê û berpirs û wezîrên hukûmeta herêma Kurdistanê re kombûneka berfireh pêkanî.
 
Di vê kombûnê de behsa gelek mijarên girîng û ji wan arîşeyên prosesa siyasî û demokrasîya Iraqê di qonaxa niha de û rêyên çareserkirina arîşyan hat kirin.
 
Di kombûnê de tekezî li ser wê çendê hat kirin, ku hemû alî girêdayî wan hevpeymanî û rêkevtinan bin, ewên ku hukûmeta federal a Iraqê li ser bingehên ku li gor pêşnîyara serokê  Kurdistanê hatî damezrandin.
 
Di kombûnê  de behsa giringiya cih kirina bendên li hevtinên hat kirin, ewên ku di navbera alîyên siyasî de hatine îmzakirin û bi taybetî jî ew pişka ku pêwendî bi damezirandina bingehên hevbeşîya niştîmanî û hevsengî li ser bingehê destûr û rêkevtinên bo tijekirina cihê postên ewlehaîyê ve heye.
 
Herwisa di kombûna îro ya hemû alîyên Kurdistanî de, behsa metirsîyên rasteqîneyên terorê û paşmayîyên rejîma berê bo ser hevwelatîyên sivîl û niştîman hat kirin.Gotûbêj li ser hemû metirsîyên din ên li dijî niştîman û sîstema federalîyê û prosesa demokrasîyê hat kirin.
 
Kombûn daxwaz ji hemû hêzên hevpeyman ên nav hukûmeta Iraqê jî dike, ku bi hemû hêza xwe ve kar û têkoşînê bo serkevtin bi ser arîşeyên niha de bikin û bi gîyanê hestkirineka bilind berpirsatîyê li hember gel û niştîman werbigirin û li ser hemû ewan tiştan jî bi tewawî girêdayî destûrê bin ku prosesa siyas û
 
Herwiha di beşekî din yê daxuyaniya kombûnê de hatiye ragihandin, ku pêkanîna rêkevtinan û vegeryan bo bingehên karên hevbeş û gîyanê hevkarîyê û avakirina pirdên bawerîyê di navbera hevpişkên prosesa siyasî ya Iraqê de û avakirina Iraqa demokrat û federal û yekparçe ye.
 
Di kombûnê de çend biryarên girîng di derbarê kar û xebatên pêşerojê de hatine dan da ku di ber ronahîya ewan biryaran û li gor rewşa niha û vê qonaxê xebat bihê kirin.

Back to top button