Nivîsar

Bila İlker Başbuğ bersivê bide

Ji ber lêpirsîna Andica Înternetê li peyhev serbazên rûtbe bilind tenê girtinê. Werin em pêşiyê ava şolî, zelal bikin: di navbera 2 malperên internete (irtica.org ve turkatak.gen.tr) ya ku di hundirdê beşên suçê hene û ku naverokên wê di rojmayeyan de tên weşandin û Andica Înternetê ya ku biryara damezrandina 4 malperên dina dane de pewendî tuneye.

Li gor îdîanameyê di ser van herdu malperan de (irtica.org ve turkatak.gen.tr) 660 xeberên bi suç hatin weşandin. Lê ew 4 malperên îzîn dabûn ku weşanê bike hê dest bi weşanê nekiribûn. Ji ber wê gelo yê çawa bihata bikaranîn nay zanîn. Li gor îdîanameyê ev 4 malper ji bo pêşîgirtina serdeçûyîna herdû malperên (irtica.org ve turkatak.gen.tr) der hiquq bihatana damezrandinê. Emê bendê bin, biryarê dadgehê bide.

Ji aliye din ve, tiştên ku heşa tevlî hev dikin jî hene. Di 4’ê Sibat 2009’an de, di rojnameya Taraf de derbarên 35 malperan de agahî hebûn. Li ser vê yekê serokê sererkaniyê tavil van malperan da girtin.

Di nava çend rojan de ,damezirandina 4 malperên nû ket rojevê. Lê dibe ku ev malperên ku hatin girtin ne fermî bin. Gelo ev malperên ku tên damezirandin , dîsa propagandaya reşkirinê bi rê ve nebe? Dê yê ku biryar bide dadgehe. Ez bi tenê, bi bîr dixim.

Di 12 hezîrana 2009’an de bi îmzeya serheng Dursun Çiçek ve ji aliyê Taraf’ê hat weşandin. Li ser vê malperên hatibûn girtî lê naverokên wan dihatin veşartin bi gelek caran jî hatin paqij kirin, jê birîn. Belgeyên wan hat îmhakirin. Ji ber van kirinan guman çêdibin.

Gere ev xeber ji aliyê Taraf’ê çawa hat dayîn Serokê Sererkaniyê Îlker Başbuğ bi lez dest bida ser vê pirsgirêkê û yên ku xeletê wan hebûn bida cezakirinê. Lê wisa nebû, pêşiyê malper hatin girtin, paşê 4 malperên din hatin vekirin, di dawiyê de jî 12 Hezîranê Plana Çalakiya Têkoşîna Dijî Îrticayê derket, baregehê jî hemû evrak îmha kir, ji kompûteran jêbir.

Ev tevger jî gumana çêdike. Lê li gor min cara ewil gere Îlker Başbuğ hesap bida. Çimkî yên din fermanên meznê xwe anîne cîh. Sererkanî jî dikare malpera veke. Eva suç nîne. Ji ber vê yên ku paraf avêtinê Andıca Înternetê bê suçin. Ez wisa difikirim ku ew 4 malperên din yê çima bihatana damezrandin, bersiva herî ba Îlker Başbuğê bide.

Nazli Ilicak

 

www.xeberenkurdi.com

Back to top button