CivakRojev

Hêzên Iraqî li Şingalê ne û ew di ber parastina wê de berpirsin

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl di çarçova beşdariya di merasîma bidawîhatina xuleke rahênanê ya hêzên Pêşmerge de li ser egera hebûna metirsiya çekdarên DAIŞê li ser Şingalê de ragihand, Iraqê erkê paratina Şingalê girtiye ser xwe, niha artêşa Iraqê û Polîsa Federalî li Şingalê ne û ew di ber parastina Şingalê de berpirs in.

Herwiha Wezîrê Pêşmerge ragihand, DAIŞ li kû derê hebe, metirsî li ser hemû navçeyê çêdibe, ji ber wê divê Herêma Kurdistanê û Iraqê bi welatên din re di rûbirûbûna DAIŞê hevaheng û hevkar bin.

Ev daxuyaniya Wezîrê Pêşmerge piştî wê yekê te, Şeva 20 vê mehê çekdarên DAIŞê êrişî zindana Guwêran a li bajarê Hesekê kirin ku dora 5 hezar çekdarên DAIŞê tê de girtî ne û di encamê de hejmarek ji çekdarên DAIŞê reviyabûn û tê gotin ku eger heye careke din metirsî li Şingalê çêbibe.

Her di wê derbarê de, Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand, hêzên leşkerî û ewlekariyê yên li ser sînor ketine rewşa amadehiyê û ti metirsî tune ye ku çekdarên DAIŞê yên ji zîndana Hesekê reviyane, derbasî nava Iraqê bibin.

Ji aliyekî din ve, Şoreş Îsmaîl derbarê qonaxên pêkanîna du lîwayên hevbeş ji Pêşmerge û artêşa Iraqê de got: “Karên îdarî temam bûne û niha ew du lîwa beşek ji artêşa Iraqê ne, lê hin kêşeyên hunerî û ewlehî mane.

Back to top button