Rêya Koşka Selam
Encama hilbijartinên 10.10.2021ê û cudahiya kursiyên navbera PDK 31 û YNKê 18 û xwesteka her duyan ji bo bidestxistina wê postê, lîstik li ser her du aliyan giran kir. Wisa dixuye vê carê ne hêsan be ji bo YNK û xasm ji bo Dr. Berhem, ji bo ku herin Koşka Selamê.
Dr. Îbrahîm Mihemed Ezîz
Li gor şêwaza nû ya dabeşkirina desthilatê ji 2003an û vir ve, serokatiya komarê para gelê Kurd e. Wer dixuye ev post yek ji wan postên bilind be ku di pêkanîna hikûmeta bê de bibe cihê kêşe û gengeşeyan. Çunke posta serokkomar çar gerên li pey hev li cem YNKê bû. Du geran Mam Celal, gerekê Fûad Masûm û gerekê jî Dr. Berhem. Lê wer dixuye vê carê yekalîkirina wê pêşî ji YNK re û paşê ji Berhem Salih re, ne karekî hêsan e.
Dîrokeke arîşeya vê postê heye, xasma dema Dr. Berhem Salih di gera 2014-2018an de, ji bo cara ewil tevî Fûad Masûm wek du kandîdên YNK ketin hilbijartinê ji bo destnîşankirina kandîdê Kurd. Di nav parlamenterên aliyên Kurdistanî de, dengdan li ser hilbijartinê hat kirin. Çunke YNK nikaribû kandîdekî tenê pêşkêş bike û ev mekanîzm bi neçarî hilbijart. Di encamê de, piraniya parlamenteran dengê xwe dan Fûad Masûm.
Ji bo gera 2018-2022an, piştî guhertina rewşa siyasî û serneketina Dr. Berhem di hevpeymanî û projeya xwe ya siyasî de û vegera wî li YNK, li gor peymanekê Dr. Berhem bû tekane kandîdê YNK ji bo wê postê. PDK bi vê pêngav û kandîdkirina Dr. Berhem razî nebû. Lewra Fûad Hisên ji bo wê postê kandîd kir û xwest ew post ne ji bo YNK be. Lê dawiya dawî Dr. Berhem karî di lîstikê de bi ser keve û bibe serokkomar.
Niha pirs ev e: Gelo dê kî vê carê di lîstikê de bi ser keve û here Koşka Selamê?
Encama hilbijartinên 10.10.2021ê û cudahiya kursiyên navbera PDK 31 û YNKê 18 û xwesteka her duyan ji bo bidestxistina wê postê, lîstik li ser her du aliyan giran kir. Wisa dixuye vê carê ne hêsan be ji bo YNK û xasm ji bo Dr. Berhem, ji bo ku herin Koşka Selamê. Li gor vê nêrînê çend eger dertên pêş:
Yekem: Hemî aliyên Kurdistanî li ser kandîdekî hevbeş ê kurd bigihin rêkeftinekê û Dr. Berhem bikin kandîdê kurdan. Heke ev senaryo bikare were cîbicîkirin, wek yekgotarî, yekhelwestî û yekrêzî tê hejmartin. Lê dabeşbûna navxwe ya Kurdistanê ev mijar dijwar kir, xasma ezmûneke aliyan bi van cure pêngvanan re heye ku dû re piştguhxistin ji wan peyda bû. Ji 2003an û vir ve, çend caran aliyên Kurdistanî di dema parvekirina postan de li Bexdayê daxwaza yekrêzî û yekhelwestîyê kirine û çend caran ev hatiye kirin, ku bi yek şanda hevbeş û yek ajenadayê çûne Bexdayê, lê encama wê bûye bêbawerî. Çunke di dema parvekirina postan de, PDK û YNK aliyên din piştguh xistine. Lewma şensê pratîzekirina vê senaryoyê pir kêm e.
Duyem: PDK û YNK rêkeftina dualî bikin û kandîdekî wan ê hevbeş hebe û ew kandîd jî Dr. Berhem be. Li wê gorê ku ji bo çar geran e serokkomar li bal YNK ye û li herêmê jî serokatiya herêmê li bal PDK ye, ew xwe layiqtir dibîne vê carê jî kandîdê YNK wê postê werbigire û Berhem Salih jî yek ji wan kesên YNKê ye ku dixwaze dîsa wî dane. PDK jî li wê gorê ku 31 kursî aniye û YNK 18 kursî aniye xwe layiqtir dibîne, ku vê carê post ji wan re be û rola xwe li Bexdayê bi YNK re berevajî bikin, bi wê ku YNK cîgirê serokê parlamentoyê û postên wezarî bibe, li şûna wê jî PDK serokatiya komarê werbigire. Wer dixuye ev her du nêrînên cuda arîşeyan çêbikin, çunke wer dixuye PDK ji Dr. Berhem hez neke û dixwaze di vê qonaxê de serok li bal PDKê be. Bi berevajî ve, ji YNKê re zehmet e ku di vê qonaxê de, dev ji Koşka Selamê berde, heke hemî postên pişka kurdan li Bexdayê jî bistîne.
Sêyem: Heke YNK yekalî bixwaze bi proseyê re tevbigere û yekalî here nav gotûbêjan ji bo misogerkirina Koşka Selamê, divê di serî de pirsgirêka kandîdên xwe ji bo wê postê yekalî bike. Tiştê li hundirê YNKê tê xwendin ev e, ku ji bilî Dr. Berhem kesên din jî hene ku dixwazin bibin serokkomar. Di vê rewşê de, YNK rûbirûyî vê pirsgirêkê dibe ku kandîdekî bihêz destnîşan bike ji bo ku hevrikiyê li berjewendiya xwe yekalî bike. Lewra li derveyî hevrikiya PDKê, ev arîşe li hundirê YNKê bi xwe jî zêde dibe. Di rewşeke wisa de, şensê Dr. Berhem Salih bihêztir e, çunke hem li ser asta pêkhateyên sinî û şiî kesayeteke diyar e û hem jî li ser asta herêmî û navdewletî yê herî naskirî ye. Lê di rewşeke wisa de, gelo PDK kî kandîd dike li beramber kandîdê YNKê? Cara borî Fûad Hisên kandîd kir, lê bi ser neket, vê carê heke bixwaze Koşka Selamê misoger bike, divê li kandîdekî ji Doktor Berhem bihêztir bifikire, ji bo ku birina lîstikê misoger bike eger hat û YNKê Dr. Berhem kandîd kir. Li aliyekî din, gelo sinî û şiî çawa bi vê rewşê re tevdigerin, di demekê de ku pêwîstiya wan jî bi 31 kursiyên PDK û 18 kursiyên YNKê heye.
Çarem: Rakirina Dr. Berhemî û danîna kandîdekî din ê YNKê bi rêkeftin bi PDKê re. Ev senaryo ji bo YNKê aliyên xwe yên erênî û neyînî jî hene. Aliyê erênî ew e kesekî YNKê ku dilxwazê PDKê be jî posta serokkomar ji bo YNKê misoger bike û pêwendiyên wê bi PDKê re jî diparêze, bi awayekî bikare li ser asta navxwe ya YNK, herêm û Bexdayê bi PDKê re bê pirsgirêk be. Aliyê neyînî jî ew e ku ne diyar e helwesta Dr. Berhem çi dibe di vî warî de û kadro û endamên navxwe yên YNK çi dibêjin li ser ku YNKê kandîdê dilxwazê PDKê hilbijêre û Dr. Berhem piştguh bixe. Pirsa giring ew e gelo Berhem Salih wek kandîdê serbixwe diçe nav proseyê? Guman tê de nîne ku piştguhxistina Berhem Salih ne hêsan e ger bi postekê neyê razîkirin, ku jidestdana serokkomariyê jê re qerebû bike. Herwiha egera wê yekê jî heye ku Dr. Berhem wek kandîdê serbixwe li derveyî YNKê xwe kandîd bike û şensê xwe yê dawî test bike.
Çend xal piştgiriya vê senaryoyê dikin, ku wisa dike ji bo jidestnedana Koşka Selamê kandîdekî YNKê yê din hebe:
1. Pêkutiya PDK li ser kandîd nekirina Dr. Berhem, ku wer dixuye wisa bike, xasma piştî jidestdana du kursiyan wek plana wî dibîne û vê jî bi eşkere PDKê hêrs kir.
2. Pêwîstiya bûna bereya şiî û sinî bi partî (PDK) û bihêzbûna pêwendiyên wan, wisa dike helwesta YNKê qels bike.
3. Wer dixuye arîşeya navxwe ya YNKê û nearamiya cemserên YNKê arîşeyan ji bo piştgiriya Dr. Berhem çêbike.
Rola derveyî xasma Îran û Amerîka di vê hevrikiyê de ne yekalîker e û ne bê bandor e jî. Helbet karakter ji bo wan her du dewletan jî giring in, lê ew siyaseta xwe li ser kesekî danarêjin, giring ji bo wan parastina berjewendiyên wan e, îcar ew kes Hoşyar Zêbarî be, yan Berhem Salih be ne pirsgirêka wan e. Lewma kesê vê pirsgirêkê yekalî dike ne Îran û amerîkî ne, lêbelê gotûbêj û yekalîkirina navxwe ya kurdan û helwesta şiî û sinîyan e. Çunke pêwîstiya dengdana li ser kabîneyê û serokatiya parlamentoyê jî bi deng û rêkeftina aliyan heye, ew ên ku hejmara kursiyên wan zêde ne. Di qonaxên borî de jî tew ji bo gera duyem a Mam Celal amerîkiyan dixwest alûgorekê di navbera serokê parlamentoyê bo kurdan û serokkomar bo siniyan de bikin, çunke sinîyan doza wê alûgoriyê dikir. Lê neçû serî ji ber ku kurd ne razî bûn. Bi heman şêweyê ji bo yekalîkirina postê di navbera Dr. Berhem û Fûad Masûm de, wer dixuye îranîyan û Amerîka jî dixwestin Berhem Salih be, lê gava dîtin kurdan bi xwe dengê xwe dan Fûad Masûm, xwe bêdeng kirin û alozî çênekirin.
Gotegotka ku xwesteka amerîkî û îranîyan a mana her sê serokan heye, ne tiştekî fermî ye, ev dengo jî di dema gotûbêjên kabîneya nû de tiştekî siruştî ye, çunke bandora her du dewletan li ser proseyan heye. Eger ew dengo rast be jî, ji xwe ev posta wan ji wan ra misoger nake, lêbelê berevajî di rewşa niha de ku dijatiya derketina Amerîka tê kirin, her sê serok (Berhem, Kazimî û Helbûsî) qezencê jê nakin, lêbelê ziyanê jê dikin û helwesta wan lawaz dike, çunke hêzên dijî amerîkî ne dûr e bi berevajî kar nekin.
Tiştê heya niha diyar e, Dr. Berhem bûye navenda hevrikî û senaryoyan, ka gelo li Koşka Selamê dimîne yan na. Ji bo vê yekê jî pêngav, helwest û gotûbêjên dahatûyê diyar dikin, şensê serkeftina kîjan ji van senaryoyan heye.
Jêder:Rûdaw