PolîtîkRojev

YNK di ezmûneke giran de ye û jê dernakeve

Rojnamevanekî kurd ku berdewam rexne li hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike radigehîne, li gor hejmara kursî û hevpeymaniyê be, PDK mafê wê heye peywira serokomariyê wergire.

Rojnamevan Şiwan Sidîq ku naha li Îtalya dijî, di nivîseke xwe ya tora civakî facebookê de belav kir amaje bi wê yekê dike ku peywira serokomariyê tiştekî başe, dahatekî wê yê baş heye, lê naveşêre ku ew peywir bo xelkê Kurdistanê ne giring e.

Herwaha diyar kir, naha YNKê rastî rawestaneke xirab hatiye, bi zorê opozîsyonê qebûl nake û di projeya navbera tevgera Sedir û Helbûsî û Serok Barzanî de jî bi merc dê bê wergirtin û ev ezmûneke girane, lê jê dernakeve.

Şiwan Sidîq naveşêre ku peywira serokomar ji sala 2005ê heta naha ji bo kurdan û ti kesekî li Kurdistanê derveyî wan kesên ku ew peywir wergirtine ti sûdekî wê nebûye.

Herwaha behsa milmilaneya PDKê û YNKê ya ji bo wergirtina wê peywirê û wek mafê herduyan jî pênase kiriye, lê diyar dike ku ‘’LI gor hejmara kursî û hevpeymanî be ew peywir mafê PDKê ye.’’ Û dibêje: Fikra YNKyiyan û çapemeniya YNKê û Berhem Salih jî çi dibêjin wek mafê xwe pênase dikin, mafê wan heye berevaniyê li wê peywirê bikin û bikevin pêşbirkê li gel PDKê. Ji ber ew peywir kaniyekî tejî dahate.’’

Back to top button