PolîtîkRojev

Sinora asê bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser awayên baştir parastina Herêma Kurdistanê ji “gefên terorîstan” li gel, Wezîrê Pêşmerge û Wezîrê Navxwe civiya. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, li gel Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl civiya.

Di civînê de rewşa dawiyê ya Iraq û Sûriyê , bi taybet gefên “terorîstên DAIŞê” hatin gotûbêjkirin.

Girîngiya tundtirkirina bergiriyan

Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe li hember zêdebûna êrîş û kiryarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê nîşan da û tekezî li ser giringiya bihêzkirina hêzên berevaniyê û tundkirina rêkarên parastina Herêma Kurdistanê ji gefên DAIŞê kir. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêwîst dibîne, ew li gel hikûmeta federal a Iraqê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di peywendiyeke bihêz û berdewam de bin bo rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞê.

Êrişên DAIŞê zêde bûne

Ev civîn û daxwaza tundtirkirina sînoran di demekê de ye ku rêxistina DAIŞê êrişên xwe zêde kirine û herî dawî êrişeke berfireh biriye ser zindana Xiwêran a Hesekê ku heta niha jî şer berdewam e.

Herwiha çend roj berî niha çekdarên DAIŞê li Diyale, êrişî artêşa Iraqê kir û di encamê de 11 serbaz hatin kuştin.

Back to top button