
Hêzên Hevpeymaniya li Suriye bingehên milisen li ser rejima Esed ve bombebaran kir.
Li gora daxûyaniya Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, hêzên li ser rejima Suriye ve li devera Dêrezorê li ber çeme Firatê hinek bingehên HSDê ji xwere kirin armanc. Encamên êrîşa rejimê ya li ser bingehên HSDê nayê zanîn. Piştre jî hêzên hevpeymaniyê bingehên rejimê li nêzikî çemê Firatê bi tundî bombebaran kir.
Rewangehê diyar kir, wek bersiv ji wê êrîşa hêzên rêjîma Sûriyê re, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî xalên artêşa Sûriyê li gundê Qoriyê li ber çemê firatê bombebaran kirin.
Heta niha Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê derbarê wê êrîşê de ti daxuyanî nedane.
Roja 18ê Cotmehê jî hêzên rêjîma Sûriyê êrîşî xalên HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî li kêlgeha Konîko ya gazê li parêzgeha Dêrazorê kiribû.