CivakRojev

Pêşmergeyên Kurdistanê li Sihêla destaneke dîrokî tomar kir

Baskê PDKê yê 17ê li Şingalê ragehand, wek îro roja 26.10.2017 Pêşmergeyên qehreman destaneke mezin li Sihêla tomar kirin û gelek wesayîtên zirxpoş û Hummer û Bacer ên Heşdî Şeibî û hêzên li gel jinavbirin.

Berpirsê ragehandina baskê 17ê yê PDKê li Şingalê Idrîs Zozanî ji BasNewsê re ragehand, Heşdî Şeibî bi alîkariya çend hêzên navxwe û derve ve erîş ani ser Sihêla û dixwastin parêzgeha Duhokê û Zaxo bixin bin destên xwe û tiştek bi navê Kurdistanê nemîne. Lê Pêşmergeyên qehreman li Sihêla bersiva wan da û destaneke çarenivîssaz li Sihêla ji aliyê Pêşmerge ve hat tomar kiri. hemû planên dijmin jinavbirin û di wê destanê de Pêşmergeyên Kurdistanê nehişt armancên Heşdî Şeibî û hêzên li gel bicîhbên û ew hêza bo dagirkirina Duhok û Zaxo hatibû bi şikest vegerya.’’

Zozanî got: ‘’Di wê destana dîrokî de berpirsê baskê 17ê yê PDKê li Şingalê Wehîd Bakuzî li gel hin Pêşmergeyên qehreman şehîd bû û berevaniyek mezin hate kirin, rê ji dijmin re nehate dayîn ku yek pêngavê jî bên pêş û şikestin û destana Sihêla xewn û planên neyaran hemû jinav birin.’’

Back to top button