Şingal Kurdistan e
Piştî peymana di navbera hukumeta herêma Kurdistanê û hukumeta Iraqê de ji bo Şingalê hatî îmze kirin, rewşa Şingalê bi awayek cuda tê gotubêj kirin. Niha behsa statûya Şingalê tê kirin û ev yek hewldaneke ku Şingal ji Kurdistanê bê veqetandin.
Ji berî hertiştekî divê bê zanîn ku Şingal Kurdistane û devereka başûrê Kurdistanê ye. Xelkê li Şingalê dijîn û nişteciyên binecihê ne Kurdin. Li devera Şingalê di alê olî de Êzidî û misilman hene,lê ya girîng ewe ku, Ezîdî û Misilamanên jî kurdin.
Îro Şingal jî wek Kerkûkê,Mexmur ê gelek deverên din ên Kurdistana ji derê ne di bin desthilatdariya hukumeta herêma Kurdistanê de ne. Ji xwe gotubêja mezin niha li ser vê yekê tê kirin û ev babet wek mijara madeya 140 tê zanîn.
Hukumeta herêma Kurdistanê gelek li van deveran bi awayek de Facto desthilatdariya xwe ragihandibû. Lê mixabin piştî ketina DAÎŞê rewş hate guhertin gelek dever ketin destê DAÎşê de. DAÎŞê li himber kurdan û taybetî li himber kurdên êzidî komkujî kir û bû sedem ku bi dehê hezaran kurd ji cih û warên xwe terikandin û bûn penaber . Baş tê zanîn ku, Pêşmergeyên Kurdistanê li başûrê Kurdistanê li himber hovitiya DAÎŞê şerek mezin kir û dawîyê de Şingal jî di nav de gelek deverên Kurdistanê ji bin destê DAÎŞê rizgar kirin. Rizgarkirina Şingalş ji aliyê serokê Kurdistanê yê wî demî Mesud Barzanî ve li serê Çîyayê Şingalê ji cîhanê re hate ragihandin.
Lê taybetî li ser rewşa Şingalê PKKê dest propagandeyek ne rast kir û hewl da ku li Şingalê cih bibe.
Dema referanduma serxwebûna Kurdistanê hate kirin, li dijê herêma Kurdistanê amadebûna şer hate kirin. Hukumeta Iraqê bi Artêşa xwe û milîsên Heşda Şeibî bi çekên Amerikayê li gel milîsên Şîe yên girêdayî Îranê bi hêzek mezin êrîşê Kurdistanê kirin. Mixabin lingê van dagirkeran li Kurdistanê de bûn rêberê ji nûve dagirkirina Kurdistanê. Bi xiyaneta 16ê Cotmeha 2017ê cihên wek Kerkûk û Şingal kete destê hukumeta Iraqê de.
Çekdarên Heşda Şeibî wek DAÎŞê kurd perçikandin û zilm û zordariyek mezin li Kurda kirin. Li devara Şingalê çekdarên girêdayî PKKê li gel Heşda Şeibî hevkarî kirin û bûn beşek ji Heşda Şeibî û herweha şirîkatiya tawanbariya wan li himber kurdan kirin. Çekdarên PKKê li devera Şingalê wek milîsên hukumeta Iraqê tevdigeran û miaşên xwe ji hukumeta Iraqê distandin.
Piştî gelek hevdîtinên di navbera hukumeta Iraqê û hukumeta herêma Kurdistanê de, li ser rewşa Şingalê li hevkirin. Dema ev li hevkirin hate ragihandin, PKK cardin dest dezenfarmasyonek mezin kir û li dijê PDKê dest propagandeyek berfireh kir. Bi navê kurdên Êzidî civîn kirin daxûyanî belav kirin. PKK vekirî dixwazê statûyek taybet ya Şingalê çêbibe û da ku Şingal ji Kurdistanê bê veqetandin. Ne bi awayek netewî li pirsa Êzidiya dinêre û hewl didin ku wek pirsek tenê olî vê yekê bi karbînin da ku nirxên netewî winda bikin.
Niha pêkhatên din li Kurdistanê yên ku ne kurdin doza xweseriyekî bikin mirov dikarê vê yekê tê bigihe. Lê kurd bi xwe di nava axa Kurdistanê de ,behsa xweseriya bikin,ev yek tehrîbat kirina daxwaziya kurdan ya serxwebûnê ye. PKK li deverê wek hêzek biyanî ye û tevgera ku dike astengên mezin di rêya berbi serxweûnê ve diçe astenk dike.
Gotina dawî ew ku, Şingal Kurdistane, gerek hemû hewldan bêne dayîn da ku Şingal bikeve ser herêma Kurdistanê ê kurd wek hukumeta herêma Kurdistanê rêveberiya Şingalê bikin. Ji derê vê her dîtin têkbirina Şingalê ye û dikeve di bin xizmeta dagirkeran de.
26.10.2020
Dara Bilek