Nivîsar

Hêzên başûrê Kurdistanê di xodîka hilbijartinên Parlementoya Iraqê de

PDK kevintirîn û mezintirîn partîya başûrê Kurdistanê ye. Xwedana mezintirîn serok û rêberê Kurdistanê yê hevçerx Mistefa Barizanî yê nemire. Partîya pêvajûya Aras û Soviyetê, Komara Kurdistan li Mihabadê, şoreşa Îlonê, rêkeftina 11ê adar û otonomî, şoreşa Gulanê, serhldanê, 30 salên desthilatê, pêvajûya Kobanê, şikandina efseneya da’ş, referandûma serxwebûna Kurdistanê, destanên Sihêla û Pirdê û serokê xudan karîzima serok Mesud Barzanî ye.

Rizgar Kêsteyî

Dema mirovî wek çavdêrekî bêalî, di demê propagendeya hilbijartinan û encamên hilbijartinên roja 2021.10.10 yên perlemanê Îraqê da, temaşeyi siyaset û naveroka hemû hêzên başûrê Kurdistanê dikIr, gelek tişt ji rastiya van hêza bo mirovî zelal dibûn.

Hêzên Îslama siyasî

Hindî hêzên Îslama siyasî bûn, wan xwe kirîbû nûnerên xudê û asmanan li erdî û dozex û beheşit li ser xelkî lêkvedikir. Tu rêkên xapandinê neman ku wan li hemberî xelkê sade bikarneanîn, da ku bi navê xudê û asmanan û bi rêya vî xelkê hejar û sade xwe bigehînine kursîka deselatê.

 Li vir lazim e bêjm ku, gelek ji dengên van bangxwaza ji jinên malbatên partîne, ku mixabin zelamên wan neşiyayîne wan bigehînine astekê hişiyariyê ku bixweşxweşkên van bazirganên olî nehêne xapandin. Ji aliyekî dîve diyarbû ku ew kesa‌tiyên rewşenbîr û siyasî û kadroyên berçavên ku berê kesên diyar û perlemanterên zîrekên Yekgrtuya îslamî bûn, ew di nav da nemayine û tinê çend bangxwazek di dest wan da mane, yên ku bi navê dînî xelkekê sade dixapînin û bi dengên wan çend bare diçineve ser kursîkê. Li dumahiyê pirsiyar ewe; gelo Yekgirtuya Îslamî dê heta kengî bikaribe siyasetê bi hîviya van dû sê bangxwaza ve birêve bibe? Ev‌ çende jî du tişta bo me diyar dike:

 Yek: Nebûna bernameyekê siyasî yê diyar yê vê hêzê ji bo xizimeta Kurdistanê.

 Du: Ev hêze hêdî hêdî ya senga xwe ya siyasî ji dest dide û êdî maye bihîviya wan bangxwazan ve. Ne dûre eve jî amajên hatina payîza îslama siyasî be li Kurdistanê.

Yeketiya Nişitmaniya Kurdistanê û Tevgera Goran

Ji xwe hindîke Yeketiya Nişitmaniya Kurdistanê ye, her ji roja çêkirina wê li ser destê Îbrahîm Ahmed û Celal Talebanî, ew li ser bingehê dijayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê çêbû, bi hêceta ku Partî partiya malbata Barizan ne. Lê piştî 60 sala ji wê çendê, evroke em dibînîn ku ne tenê YNK bûye hêz û partiya malbate‌kê, lê ew keftiye destê zarokên siyaset nezanên herdu malbatên Celal Talebanî û Cengî Talebanî û êdî şer û qerqeşên wan li ser desthelatê geheşitine astê jehrdana hevdu jî. Ew rewşa îro YNK keftiye têda, mixabin êdî tu ser û sîmayê partiyeka siyasî pêve diyar nemaye. Herçende ew şeqa vê dawiyê zarokên Celal  li devê zarokên Cengî xistî, ta radeyekê YNK ji ser lêva gorê vegerand, lê dîsan jî ew tenê wekî hebeka azarşkên (misskin) bû û ew nikare derdê penceşêra ku YNK vergrtî çareser bike.

Di ser vê bêseruberiyê ra,  wan di dema piropagenda hilbijartina mînakek geleka kirêt pêşkêş kir. Wan jibîrkir bû ku ev hilbijartine ji bo perlemanê Îraqê ne û divêt hemû kurd pêkve li wêrê şerîji  bona mafên Kurdistanê bikin, lê wan wesa hizir dikir ku, eve şerê PDK û YNK li Kepkê Hemedaxaye. Di vê hewê da   tiştê kirêt nema wan beramber PDKê negotî. Vê çendê jî bo me pitir diyar kir ku, piştî YNK keftiye di destê hindek zarokan da ku elfabêya siyasetê jî nizanin, ew tûşî çi serberizebûn û bêseruberiyê bûye.

Ji aliyekî dîve bi salane YNK û Gorran, bi hevkarî û pişitevaniya Îranê, PKKê dikêşne devera Silêmaniyê û cihê wê li wêrê xweş dikin û ew di wê baweryê da bûn, ku ew dê PKKê li hemberî PDKê bihêz bêxin. Lê heta wan hest bixwe kirî PKKê berik ji bin lingê wan kêşa û îro bir rêya Şaswar (serokê Tevgera Nivşê nû) PKK bû hêza duyem li devera Silêmaniyê û Goran jî çû ser rîşiyên berê û nedûre di demek nêzîk da PKK li ser kursiya YNKê jî rûnîte xwarê.

Ev serlê berizebûna YNKê, bo me diyar dike ku wan tu dîtinên dûr û tu bernameyên siyasî ji bo Kurdistanê nînin.

Maytêkirina PKKê di hilbijartinan da

Ji aliyekî dîve maytêkirina PKKê di van hilbijartinan da wek hêzeka biyanî û çêkirî û dardesta dagîrkeran, çi ew astengên wan li Şengalê ji bo berbijêrên PDKê çêkrîn, çi daxuyaniya Cemîl Bayikê berpirsê PKKê û çi jî pişitevaniya wan û Îranê ji bo Tevgera Nifşê  ya Şaswar Ebidilwahîdê kebabiçiyê Sedamî, eve amajeyeka metirsîdare, ku piştî PKKê bi hevkarî digel dewleta faşîsta Tirkiyê, bi sedan gundên Kurdistanê ji Zaxo heta Pêncewîn kirîne meydana wê şanoya qirêja bi navê şerê PKKê  û leşkerê Tirkiyê, êdî pişitî vê wêranikariya wan kirî, hêdî hêdî yê destê xwe dikêşine nav piroseya siyasî jî ji bo wêranikirina wê.

Partiya Demokrata Kurdistanê

Ka em binêrîn ka ma Partiya Demokrata Kurdistanê çewa dît di vê xodîkê da.

PDK kevintirîn û mezintirîn partîya başûrê Kurdistanê ye. Xwedana mezintirîn serok û rêberê Kurdistanê yê hevçerx Mistefa Barizanî yê nemire. Partîya pêvajûya Aras û Soviyetê, Komara Kurdistan li Mihabadê, şoreşa Îlonê, rêkeftina 11ê adar û otonomî, şoreşa Gulanê, serhldanê, 30 salên desthilatê, pêvajûya Kobanê, şikandina efseneya da’ş, referandûma serxwebûna Kurdistanê, destanên Sihêla û Pirdê û serokê xudan karîzima serok Mesud Barzanî ye.

PDK êkaneye ku dijiyê xwe yê 75 salan da berdewam serkêşiya doza neteweyî ya Kurdistanê kiriye. nuha jî pişitî maskên sexte yên wan hemû hêzên bi navê neteweyî daxftin, jê keftîn, îro partî hêza êkaneya her çar parçeyên Kurdistanê ye li meydanê ku helgira alayê pîrozê Kurdistanê û armanca serxwebûna Kurdistanê ye. Jiber vê jî hemû neteweperwerên her çar parçeyên Kurdistanê PDK bi partîya xwe dizanin. Dîsan her jiber vê jî tîrên hemû dijminên navxwe û derve, bo wê diarastekrîne.

Piştî vê pênasa kurt, vêca ka em  temaşe kin ka me PDK di vê xodîkê da çewa dît?!

Ewa min dîtî bi rastî jî PDKê piropagenda  hilbijartina bi awayekî  şaristanî û hest bi berprsiyeka bilind birêve bir, bi taybet demê biriyar dayï ku, şûna bersiva êrîşên hêzîn dî bide, dê bernameya xwe ya kar û xizimetê pêşkêşî dengdera bike.

Lê di heman demê da divêt em jibîr nekin ku, mixabin di van salên dawiyê da gelek ji berpirsên PDKê, hind bi siyaset û xizmeta Partî û xelkê Kurdistanê ve mijûl nînin, hindî bi bazirganî û xoşguzeraniya xwe ve mijûlin. Ji encamê giranbûna aliyê bazirganî di terazûyê da û nedadperwerî, dizî û gendelî, mirovkanê û eşîrkanê, bi hizaran kadiroyên dilsoz û pak û xwedan şiyan û xwedan dîrokeka paqij, di paşguhve dihavêtîne û şûna wan endamên westiyayî û êkspayer yên hizbên dî dikire û wê valahiyê pê tije dike, bi taybet ev bazare di hilbijartinan da gelek gerim dibe.

Loma êdî PDK ew dîsiplîna rêkxistinê û yêketiya bîrubaweri ya berê nemaye. Bi taybet jî li Behdînan êdî hêdî hêdî liqên Partî desthilata xwe didene axa û eşîretan jibo yekalîkirina kandîdan û serxistina wan. Di rewşeka hosa jî da, êdî di praktîkê da kandîd ne kandîdê liqên PDKê ye, belkî ew kandîdê eşîretê ye. eşîret jî dê wî kandîdî serêxit yê wê divêt, çi baş û çi jî xirab be.

Êdî ne tenê liq, lê gelek ji endamên serkirdatiyê jî, dema li piropagenda hilbijartinan serdana deverê dikin, ew tenê serdan û hatin û çûyîn û şêwirmendiyên wan li kuşkên azayên eşîrane û piraniya kadiroyên dilsozên PDKê jî tenê wan li ser ekranên televziyonan dbînin.

Mixabin di bernameyê seredanên van rêzdaran da, kadiroyên dêrîn, zîndaniyên siyasî, malbatên şehîdan, malbatên enfalbûyan û pêşmerge yên dêrîn, yan nebûn yan jî gelek dikêm bûn.

Bi dîtina min û herwekî di nav xelkî da tê gotin, gelek ji wan dengên li sinûrê herdu bazneyên yek û du ji bo kandîdên Yekgrtûya Îslamî çuwîn, xelkê dilmayî yê PDKê bûn û bi taybet pişitî wan dîtî ku ew giringiya serkrdayetî bi kuşkên axa dide bi xelkê xwe yê dilsozên rojên tengaviyê nade.

 Giringiya parêzgeha Duhokê

Wekî em dizanîn parêzgeha Duhokê wek banikeya PDKê  tê niyasîn û li hemû tengaviya jî Duhok berrka partî ji avê derxistiye, lê ewa vê carê li hersê bazineyên Behdînan rûday, ku sê ji kandîdên bernyasên PDKê nekarîn serkevin û dû kandîdên Yekgrtû bihêz serkeftîn, pêdiviye PDK bi hûrî li ser vê çendê raweste û egeran destinîşan bik û çareser bike. çunikî hemû hilbijartinan rewşa PDKêli parêzgeha Duhokê ji hemû deverên dî başitir bû, lê vê carê beruvajî bû. PDKê li seraniserî Kurdistanê pêşve çû, lê li malla xwe ku Duhok e paşve çû.

Divê çi bihête kirin

Eva min vê carê di xodîka hilbijartinan da li Behdînan dîtî, bi dîtina min amajeyeka nebaşe ji bo PDKê. çunikî eger PDK bixwaze wekî 70-80 salên derbasbuyî serkêş û alahelgra doza neteweyî be, pêdiviye pêdaçûnekê di xweda bik. Herçende min rêzên heyin ji bo hemo axa û maqul û eşîretan, lê serkêşiya xebata doza neteweyî ya 50 miliyon kurdan bi partiyeka bihêza xwedî kadiro û endamên zana û rewşnbîr û xwedî baweryeka mokim tê kirin, ku li rojên tengav û dijwar li partîya xwe  û doza neteweyî ya Kurdistan xwedî derdkevin. Jiber hindê jî divêt em bazirganî û siyasetê jihev cuda bikin, çunikî, xudê neket, lawazbûna PDKë, lawazbûn û bêhîvîbûna 50 miliyon Kurdistaniyane.

 Eve du hilbijartine  êdî xelkê Kurdistanê li ser helwestên wê  yên neteweyî PDKê xelat dike, bi taybetî vê hilbijartinê ligel xelatkirina PDKê, xelkî ew kes û hêzên dijî doza neteweyî bi tundî siza dan. Loma PDK êdî divêt li goreyi mezniya xwe û mezniya berprsiyariya xwe ya neteweyî, ji bo qonaxên giringên li pêş me xwe jinûve darêje ‌.

2021.10.12

Duhok

Back to top button