Polîtîk

Hêza El-Şam nûnertiya Artêşa Azad nake

Fermandarê giştî yê Artêşa Azad a Sûriyê eqîd Riyaz el-Esed ji malpera Welatî re ragihand ku tişta li Serêkaniyê rû daye xizmeta rêjîma Sûriye dike û hinek alî hewl didin ku pêwendiyên di navbera kurd û ereban de têkbibin.

Riyaz el- Esed derbarê Ketîbeya Xuraba El-Şam a ku li Serêkaniyê bûyî sedem ku rejîma Sûriyê herêmê bombebaran bike, diyar kir ku nûnertiya Artêşa Azad nake û di bin sîwana Artêşa Azad de jî kar nakin.

Esed derbarê şewitandina ala Kurdî jî diyar kir ku Artêşa Azad rêz li alê digre û li ser otomobîl û bargehên xwe ligel ala serxwebûna Sûriye bilind dikin.
Fermandarê Artêşa Azad derbarê aloziyên li Serêkaniyê de jî ragihand ku Esed hewl didin wê aloziyê çareser bikin û rê li ber dirustkirina her cûre fitneyan bigrin û alî jî di navbera xwe de bigihînin rêkeftinekê .

Esed daxwaz ji welatiyên Serêkaniyê kir ku tevayî pêkhateyên wî bajarî mil bi mil rê li ber dirustkirina fitneyan bigrin.

Back to top button