Li ragihandinê de nûçeyên şaş belav dibin
Ragihandinek ji Wezareta Pêşmerge
Em hemû agahdarîn ku bi sedema siyaseta şaş û bezandina tixûbên destûriyan pêvajoyeke nexwestî Iraqê girtiye û hinek serkirde dixwazin bi nerewa dijayetiya Kurd û Herêma Kurdistanê bibin qonaxekî metirsîdar.
Ji bo vê meremê berê xwe didin zimanê tundî û kirdeyên serbazî. Wekî ku eve demeke li navçeyên veqetandî çend tevgerên serbazî li holê dane. Diyare bi vî awayî pêvajo rewşeke aloztir bi xwe ve girtiye.
Li ser medyayê axaftin û daxuyaniyên cûda cûda li ser vê rewşê têne belavkirin. Em bi taybetî li ser asta Kurdistanê hest dikîn hinek car nûçeyên wiha belavdibin ku yan nerastin yan jî zêdekirin têda heye û dibe ku eve berevajiya helwesta Herêmê û rastiya rûdawa siyasî û serbaziyan bê.
Eve jî dibe ku bandoreke xerap li ser rewşa aramiya Herêmê hebê, ji bo wê yekê vê pêvajoya nexwestiya serbazî me aniyê holê û bi pêwîstî dizanîn, gelê xwe yê delal agahdar bikîn ku hişyarane muamele li gel axaftin û daxuyaniyan de bikin û dezgeh û kanalên medyayiyan jî ji bo her nûçeyeke taybet bi Pêşmerge ve, pêwîste Wezareta Pêşmerge bikin jêder û çavkaniya xwe.
Ji bo vê mebestê jî hişyariya Wezaretê, li erkê Birêveberiya Giştî Ragihandin û Rewşenbîrî û Hişyariya Niştimaniya Wezareta Pêşmerge ye, her wiha li ser asta Fermandeyiya Hêzên Pasevaniya Herêmê jî Berdevkê Fermî heye dikarin van du jêderan bikin bingeha piştrast kirina nûçe û zaniyariyên pêwîst bi rûdaw û rewşa serbaziyan û her li vir de daxwaz ji tevahiya Fermandeyên Serbazan dikîn bi tu awayekî ji bo medyayê daxuyanî nedin.
Helgurd Hikmet
Birêveberê Giştî Ragihandin û Rewşenbîrî û Hişyariya Niştimaniya Wezareta Pêşmerge