Kultur

Fîlma "F Tîpî" di Berfenbarê de wê têkeve vîzyonê

 

Fîlma bi navê “F Tîpî” a ku tecrîda li girtîgehên tîpên F ji xwe re dike mijar, di sala 12. a operasyona hêzên dewletê a li hemberî girtiyên ku di greva birçîbûnê de bûn, operasyona bi navê “Vegera Jiyanê”, wê 21ê berfenbarê de têkeve vîzyonê.  Fîlm, ji 9 kûrtefîlmên derhêneran pêk tê. 

Di 19ê Berfenbara 2001 ê de, li diji girtîgehên tîpa F, operasyon hatibû lidarxistin û di encamê de 28 kes, bi gule û şewatê jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan jî girtî û mehkûm brîndar bûbûn. Girtiyên ku sax mabûn jî, veguhestibûn girtîgehên tîpa F yên nû û ewlekariya bilind.   

Grup Yorumê çêkeriya fîlma “Tîpa F” girtiye ser xwe. Derhênerên wek Ezel Akay,  Sirri Sureyya Onder, Bariş Pirhasan, Aydin Bulut, Huseyin  Karabey, Reis Çelik, Vedat Ozdemir, Mehmet İlker Altınay  bi kûrtefîlmên xwe yên ku ji 10 xulekan pêk tê cîh digrin.  Derhênerên fîlmê, di kûrtefîlmên xwe de di nav 10 xulekan de tecrîda li g,rtîgehên tîpa F radixînine ber çavan.   

Di fîlman de lîstikvanên wek Tansu Biçer, Serkan Keskin, Bulent Emrah Parlak, Gizem Soysaldi, Erkan Can, Firat Taniş, Civan Canova dilîzin. Di temamiya fîlmê de muzîkên Grup Yorumê yên nû û berê hatin bikaranîn. 

Ji bo vê fîlmê, li bajarê Kocaeliyê ev 2 salin ku ji aliyê fîrma çêkeriyê Herşey Yapimê ve di platoya F tîpî de dekor hatiye çêkirin û di wê platoyê de tê kişandin. Hucre, dalan û cîhê weha girtinê a platoyê, mezinahî bi girtîgehên tîpa F re heman e.    

Di 19ê Berfenbarê de li sînemaya Atlasê galaya fîşmê wê bê kirin. Heman rojê fîlme li salonên sînemayên li Tirkiyê têkeve vîzyonê.  Li Ewrupayê jî fîlm, wê di dawiya meha Berfenbarê de têkeve vîzyonê.  

 

Back to top button