Polîtîk

Salîh Muslîm: Li pişt komên çekdar Tirkiye heye

Rojnameya Bîrgunê, li paytexta Îngiltere li Londonê, bi Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslîm re hevpeyvînek lidarxistin. Di hevpeyvînê de Muslîm, di mijara pevçûnên ku li Serêkaniya Suriyê, di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hin komên çekdar de pêk tên de agahiyan dide.  Salîh Muslîm tîne ziman ku ev komên çekdar yên ku ji xwe re dibêjin Guraba El Şam û El Nasur, ne bi Artêşa Azad a Suriyê ve girêdayîne û wana, ji aliyê Tirkiyê ve tên parastin û Tirkiye wana dişîne bajarên Kurdan.

Hevpeyvîna bi Serokê PYDê Salîh Muslîm re:

– Bîrgun: Ev çend rojin ku li Serêkaniyê di navbera komên çekdar û YPGê de pevçûn dewam dikin. Gelo ev komên çekdar kî ne?

– Salîh Muslîm : Artêşa Azad bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku bi van komên çekdar re ti eleqa wan tine ye. Dibêjin, vana ne bi me re ne, ti têkiliyên me bi van re tine ne. Her tim daxuyaniyan didin û dibêjin ev komên çekdar bi Artêşa Azad a Suriyê ve ne girêdayîne. Ev komên çekdar, ji aliyê Tirkiyê ve tên parastin, xwedîkirin. Tirkiye van komana destek dike û dişîne ser Kurdan. Ji ber ku piştgiriyê ji hikumeta Tirkiyê digrin, êrîşan lidardixin.

– Bîrgun : Ev komên çekdar ji kuderê tên?

– Salîh Muslîm : Vana ji bakur, ji teref Tirkiyê têne herêma Kurdan. Bi wesaîtên artêşa Tirkiyê tên. Bi koordînatên ku ji ev komên çekdar tên stendin, Tirkiye bajarên Kurdan top baran dike. Ev çend rojin pevçûnên ku diqewimin, bi komên ku ji Tirkiyê tên re tên kirin. Komeke ku hejmara wan di navbera 700 û 1000 kesî de bû, ketine Serêkaniyê. Pirraniyê  van ne Suriyeyî ne. Pirraniyê van bi rêxistina El Qaîdeyê ve girêdayîne  û ji Tunus û Lîbyayê tên.  

– Bîrgun : Hûn dibêjin ku di nav van pevçûnan de Tirkiye heye?

– Salîh Muslîm : Rast e, her çiqas ku Tirkiye bi artêşa xwe ne di nav van pevçûnan de be jî, bi komên çekdar di nav vî şerî de ye. Enqere, bi van komên çekdar şerê xwe dimeşîne.

Bîrgun : Gelo armanca Tirkiyê a bi vî awayî şer meşandinê çi ye?

Salîh Muslîm : Armanceke Tirkiyê, a rast a hikumeta AKPê heye; dixwazin herêmên Kurdan bêîstikrar bikin.

Bîrgun : Bi vê bêîstikrar hîştinê armanc çi ye?

Salîh Muslîm : Dixwazin hemû herêmên Kurdan bêîstikrar bikin û li herêmê serdest bin. Armanca wan ev e ku li ser xwe rêvebirina Kurdan serdestiya xwe avabikin. Naxwazin Kurd  mafên xwe qezenç bikin.  

Bîrgun : Bi Artêşa Azad a Suriyê re têkiliyên we hene?

Salîh Muslîm : Em ê di nav malekê de ne. Bi mixalefeta demokratîk û Artêşa Azad re têkiliyên me diyalogên me hene.

Bîrgun : Pêvajo ber bi kuderê ve diçe, hûn tam çi dixwazin?

Salîh Muslîm : Em ne wek PYD, em Kurd xweseriya demokratîk dixwazin. Em dixwazin di makezagonê de bêne naskirin û misogeriya vê dixwazin. Ti daxwaziyên me yên serxwebûnê tine ne. Em dixwazin di nav sînorên Suriyê de bimînin. Em bi vê re dibêjin xweseriya demokratîk.   

Bîrgun : Tê behskirin ku Tirkiye destwerdana herêma Kurdan bike?

Salîh Muslîm : Em ji Tirkiyê êrîşeke eşkere napên. Çimkî konjonktura navneteweyî rê nade vê. Ancax ku li hemberî Kurdan êrîş bên kirin, em ê xwe biparêzin. 

Back to top button