Civak

Hêza dij terora Kurdistanê operasyon serkeftî pêkanî

Hezên dij Terora Kurdistanê operasiyoneke mezin lidarxistin.Serokatiya hêza dij teror a Kurdistanê ya ser bi civata ewlekariya Kurdistanê daxuyaniyek weşand û têde behs vê yekê kir ku li dijî tîmeke metirsîdar ya DIŞIê operasiyoneke serkeftî lidar xistiye.Li gor daxuyaniyê operasiyon bi hevbeşî li gel hêzên hevpeymaniya cîhanî di roja 6ê Cotmehê de hatiye li darxistin û di encam de tîmeke metirsîdar ya 8 kesî a DIŞIê hatiye girtin.Li di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku ev tîma han li Sûriye û Îraqê kar kiriye û weke tîma herî serekî ya dabîn kirina darayî ya DIŞIê bûye.

Back to top button