Cîhan

Heyina bingehên atomî li Surî hatin eşkerekirin

Rojnameya Almanî ya bi navê Sueddeutsche Zeitung ragihand, ku bingeheka atomî ya Sûriya li rojhilata bajarê Şamê ye û bingeheka din nêzîkî bajarê Misyaf ê rojavaya Sûriya ye û bingeha din jî, li bakurê bajarê Hema yê li rojavaya Sûriya ye.
 
Vê rojnameya Almaniyayî weha jî da zanîn, ku peymangeha zanist û asayişa navdewletî ya ku bingeha wê li Waşingtonê ye, bi rêya Satelîtan çend wêneyên wan bingehên atomîyên Sûriya û bi taybetî jî bingeha atomîya nêzîkî bajêrê Misyaf bi dest ve anîye.
 
Hêjayî gotinê ye, ku supayê Israyel di sala 2007-ê de çend deverên bakurê rojavaya Sûriya bombebaran kir, ji ber ku çend binegehên atomî li wê deverê bûn.

Back to top button